
Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ku di çarçoveya Doza sereke a KCK’ê de li Cizîrê di 24’ê Kanûna 2009’an de hat girtin, derket holê ku beyî biryara Dadgeha Şêwirmendiyê hebe ji peywirê hatiye giritn. Sedema biryara skandal jî, axaftina Budak ya di Newroza 2007’an a Cizîrê ye. Der barê Budak de ji ber axaftina xwe ya Newrozê li 5’ emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doz hat vekirin. Di 25’ê Adara 2008’an de bi îdîaya propagandaya rêxistinê kiriye 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û li gorî xala 53/1 a TCK ya hejmar 5237 jî biryar da ku ji peywirê bê girtin. Wezareta Karê Hundir jî piştî biryara ku dadgehê daye, di 24.04.2012’an nivîsek bi hejmar 53098 ji Daîreya 8’emîn Dadgeha Şêwirmendiyê re şand û xwest ji bo Budak ji serokatiya şaredariyê bixe tiştên pêwist bike.
Li ser serlêdana Wezareta Karê Hundir û biryara teqez, Qeymeqamê Cizîrê Mehmet Alî Saglam, beyî ku li bende biryara Dadgeha Şêwirmendiyê bimîne, di sibata 2012’an de bi nivîseke fermî ya ku ji bo Budak ji pewyirê bê girtin, ji şaredariya Cizîrê re şand. Skandal bi vê jî dawî nabûn. Piştî vê biryara Qeymeqamtiyê, wezîreta karê hundir der barê Budak û 5 endamên meclîsê de ji bo tedbîrek derbasbûyî, biryara ji peywirê dur xistinê girt.
Ceza hat talokkirin
Piştî 3’emîn pakêta Darazê ya di 5’ê Tîrmeha 2012’an de di rojnameyên fermî de hat weşandin, cezayê Budak hat talokirin. Di biryara mijara gotinê de ji ber mahrumiyeta maf nîne, ji aliyê dadgehê ve der barê girtina ji peywirê a Budak de biryarek nehat dayîn. 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, pişê li gorî vê qanûnê serlêdan kirin. Desetpêkê li der barê ‘taloqkirina înfaza hukmê mahkumiyetê’ rojane biryar tesîs kiriye û ev biryar di 13’ê Kanûna 2012’an de teqez bûye.
Dadgehê red kir
Wezareta Karê Hundir di 24’ê Nîsana 2012’an de bi daxwaza ku Budak ji peywirê bê xistin serî li 8’emîn Daîreya Dadgeha Şêwirmendiye da. Dadgeha Şêwirmendiyê got; kesê ku îfaza wî hatiye taloqkirin, ji ber ku ji maf bêpar namîne, ne mijara gotinê ye ku mafê xwe wenda dike.” Bi vî awayî Dadgeha Şêwirmendiyê biryara redê da daxwaza Wezreta Karê Hundir ya bo xistina Budak.
Budak: Hiqûqa dijminahiyê ye
Budak ku li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne bi rêya malbata xwe daxuyaniyek da û got: “AKP ya ku qirkirina siyasî kir, di opersyonên KCK’ê de jî xwe xistiye şûna darazê û amîrê ku ew tayîn dikin jî ji siyaseta bêperva cesaretê digirin û ew bixwe xwe dixin dewsa dadgeriyê. Qeymeqam bi kîjan rayeyê min ji peywirê digire? Ji bo tasfiyekirina tevgera kurd û nûnerê wê hiqûqa dijminahiyê tê meşandin. Ligel ku Dadgeha Şêwirmendiyê biryara xistina şaredariya min red dike jî, wezareta karê hundir bê hiqûqiyê didomîne. Hemû serlêdanên me bê encam man. Ez dixwazim bi awayekî lezgîn dawî li vê xespê bê dayîn.”
DÎHA/ENEQERE