Civîn, piştî rêzehevdîtinên di navbera Komîta Têkiliyan a TEV-DEM'ê û Komîta Pêşxistina Aborî û cotkarên herêmê de, li Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate lidar xistin, di civînê de awayên rêvebirina karên çinînê hatin vegotin û ji bo buhaya çinîna çandiniyan lîsteyek hate eşkerekirin.

Di civînê de, ji bo destnîşankirina buhaya çinîna her cureyê çandiniyê herêma Tirbespiyê li ser sê beşan hate dabeşkirin, herêma yekemîn û diwemîn ku barana wê pir e û berhemên wê zêde ye, ji sînorên bakurê Kurdistanê 25km ber bi başûr, heta gundên Tilmarûf, Mişêrfa û Cîlika ye. Ji wir heta bi sînorê Iraqê ve Herêma sêyemîn e, ku baran wê kêm e û hilbirîna wê hindik in. Buhayên çinînê jî li gor vê dabeşkirinê bi vî awayî ne:
Çinîna Genim li herêma yekemîn û diwemîn ji 5% ji hilbirînê ye, ya ceh jî 6% e. Li herêma sêyemîn jî, genim 6% û ceh 7% e.  Buhaya çinîna berhemên wek Nîsk, Nok, Kizbere û Reşreşkê jî hat eşkerekirin: Çinîna her donimekî Kizbera bi 200 leyreyan e, yê Nîskan bê feraze 350, tevî ferazê 500 leyre ye. Reşreşk 400 û Nok jî 400, leyre ye.
Buhayê ferazekirina her telîzek Kemûn 200 leyre ye, yê Kizbere 150, yê Nîskan jî 250 leyre ye.

Gaveke erênî

Beşdarên civînê, ji bo rê li pêşiya keysebaziyê bigirin, biryar dan ku vê lîsteyê li hemû cotkar û xwediyên deraseyan belav bikin.
Pştre endamê meclîsa bajarê Tirbesipiyê Nûredîn Şakir xivî û diyar kir ku ew wek meclîsa bajêr dê erkên xwe bicî bînin û ji hemû pirsgirêkan re li çareseriyê bigerin.
Serokê Desteya Suryanî yê gundan Efram Silêman, ji ajansa Hawar'ê re di derbarê civînê de axivî. Silêman diyar kir ku wan ji bo ev civîn lidar keve serî li Meclîsa Gel a bajêr dane û destnîşankirina listeya buhayan gaveke erênî bû.
Silêman, eşkere kir ku lîsteya buhayan bi erêkirina hemû aliyan çêbûye û ew ê ji bo çareserkirina her arîşeyekê li vê lîsteyê vegerin. Cotkarekî bi navê Mistefa Ismail ku ji pêkhateya Ereb e, kêfxweşiya xwe bi biryarên civînê anî ziman.
Endamê Komîta Pêşxistina Aborî ya Desteya Bilind a Kurd, Hemze Hiso jî diyar kir ku buhayên hatine destnîşan kirin ji cotkaran re û ji xwediyê deraseyan re baş in. Tê zanîn ku Meclîsa Gel a bajarê Tirbêsipiyê, gelek kar û barên demsala çinînê yên wek peydakirina sotemenî, telîz û agirkujan hilgirtiye ser milên xwe. 

ANHA/TIRBÊSIPİYÊ