Bulut anî ziman ku di demên dawî de dewletên Rojava li ser Tirkiyeyê zextekê pêş dixe û weha got: “Bi taybeti têkiliyên wan bi komên Çekdar ên Îslamî re heye. Li hemberî van polîtîkayan Tirkiye bi taybet helwestek nîşan nedaye. Helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî van komên çekdar ên Îslamî ne diyar e. Li aliyêdin polîtikayên AKP’ê yên li hemberî Gelê Rojava diyar in. Polîtîkaya hikûmeta AKP’ê tevlihevî, alozî, fesatî perçekirin, bê vîn hiştin, û birêvebirin e.”
“Tirkiye çete xistin dewrê”
Bulut, li ser polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê yên derve jî rawestiya û bal kişand ser van xalan: “Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe yên bi Sudi Arabistan, rêvberiya Kurdistana Bakur û yên din re baş bike. Niha polîtikayên şolî û nediyar pêş dixe. Dema li Rojava alên PYD’ê hatin daliqadin Tirkiye xwest mudaxaleyî Rojava bike. Lê vê carê DYA’ê ji Tirkiyeyê re got raste rast lê nede û bi rêbazên veşarî lê bide. Tirkiye vê carê serî li taktîken cuda da. Bi rêbaza komên çeteyan mudaxaleyî Rojava kir. Komên Çeteyan ên li dijî Kurdên Rojava bi van polîtîk û taktîkan tevdigerin.”
“Armanc şerê ereb û kurdan e’
Bulut, da zanîn ku hikûmeta AKP’ê ji bo serdestî û rêveberiya herêmê bi dest bixe, serî li rêbazên perçekirin, şolî, alozi û tevliheviyê dike û dixwaze di navbera kurd û ereban de şer pêş bixe û weha got: “Dixwaze hêza kurdan lawaz û qels bike, perçe bike û bi rêve bibe. Tirkiye bi destê DYA’ê mudaxaleyî Rojava dike. Dixwaze bi rêya şerê di navbera kurd û ereban de pirsgirêkê çareser bike.” Bulut polîtîkayên PDKê yên derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî rexne kir û got, “Mella Mustafa Barzani çûbû alikariyê bide Komara Mahabatê. Neçûbû wî li wir bifetisîne. Hevidarim ku wê neviyê wî vê yekê rast bixwînin.”
DÎHA/EDENE