Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demeke dirêj, lîstika “Bûn yan jî nebûn” da pêşandan û lîstik diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Ruknettîn Gun derhêneriya lîstikê dike, metna wê jî Melchoir Lengyel ê Macar e. Di nîşandana lîstikê li hola Şanoya Bajêr a Amedê de gelek şanohez amade bûn. Lîstika ji du perdeyan, welatî kêfxweş kirin. Di lîstikê de 13 lîstîkvan derketin ser dike. Şanovan Mehmet Emîn Yalçinkaya yê di Tebaxa 2018’an de wefat kir jî di koma vê lîstikê de cih digirt. Li şûna Yalçinkaya lîstîkvanekî din hat bicihkirin. Dîsa şûna Yalçinkaya di lîstîkê de xuya dikir.

Piştî pêşandana du perdeyan a lîstikê ku şanogeran diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir, û piştî silavkirinê, şanoger Ozcan Ateş axivî. Ateş Egîtê Cimo, yan jî Mîrê Bilûrê yê beriya sê rojan wefat kir, bi bîr anî û got, Cimo dengê muzîka Kurdan gihandiye hemû cihanê û sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest.

Daxwaza me ye

Ateş ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ev 88 roj in di greva birçîbûnê de ye û çalakgerên li hepsan û Ewrûpayê jî bi bîr xist ku li avahiya KCD´ê bi telekonferansê bi Guven re peyivîne û wiha peyivî: “Em bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînin. Em daxwazên wan wek daxwazên xwe dibînin û ji kerema xwe, bila her kes deng bide dengê Leyla Guven û çalakgerên din.”

 

AMED