Dedektîfê hunerê yê navdar ê Holandî, Arthur Brand, tabloya Picasso ya bi navê “Buste de Femme” ku sala 1999’an hatibû dizîn, dît.

Brand ji sala 2015’an ve li dû tabloya wênevanê navdar Pablo Picasso ye û di dawiya dawî de bi ser ket. Brand ji televîzyona RTL re axivî û diyar kir ku wî tablo li koleksiyona milkfiroşekî de dîtiye. Brand got, kesê xwediyê koleksiyonê, dema ku fêhm kir berhem hatiye dizîn, hatiye cem wî.

Sala 2015’an hatibû bihîstin ku tablo li Holandayê ye. Tê gotin ku tabloyê di berdêla narkotîk û çekan de gelek caran dest guhertiye.

Polîsên Holandayê ragihand ku pêvajoya ‘bihurîna demê’ di ser bûyerê re derbas bûye û wê li ser diziyê lêpirsînê venekin.

Tabloya ku buhayê wê nêzî 25 milyon dolaran e, sala 1999’an ji yata karsazê Siûdî Abdulmuhsîn Abdulmelîk el Şêx, hatibû dizîn.

Brand û koma wî, tablo radestî şîrketa sîgortayê ya El Şêx kir.

Di tabloya “Buste de Femme” de ku yek ji tabloyên herî navdar ên Picasso ye, Picasso bustê evîndara xwe Dora Maar xêz kiriye.

 

ANF / AMSTERDAM