Kampa Atmê sala 2012’an hatiye avakirin, 7 kîlometreyan li başûr –rojavayê navçeya Cindirêsa Efrînê ye. Li kampê 400 hezar koçberên ji bajarên weke Idlib, Hums, Hema, Heleb, Şamê û gelek bajarên din ên Sûriyê hene.

Piştî ku hikûmeta Tirk qebûl nekir ku kampê li ser erdên xwe fireh bike, ev kamp li aliyê Efrînê hat firehkirin. Lê belê firehkirina kampê li ser hesabê erdên çandiniyê yên gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê bû. Ji bo ku kamp bê firehkirin, koçberan hezar û 600 dar hil kirin.


Qereqola Bukulmez

Li beramberê kampê û li aliyê Tirkiyê Qereqola leşkerên Tirk a bi navê Bukulmez a girêdayî navçeya Hatayê Reyhanliyê heye li aliyê Tirkiyeyê. Ev qereqol nêzî gundê Dêr Belût e.


Riya derbaskirina çeteyan

Hikûmeta Tirk vê kampê û qereqolê weke rêya çûn û hatina çeteyan bi kar tîne. Di vir re hem çete hem jî  hevkarên wan bermahiyên ENKS’ê di ser bajarên Hatayê û Kilîsê yên Tirkiyeyê re derbasî Sûriyê tên kirin. Paşê jî wan derbasî herêmên Şehbayê dikin.

Di 7’ê Sibatê de dewleta Tirk ji bo welatiyan bitirsîne û nehêle ji malên xwe derkevin, da ku ser derbasbûna çeteyan bigire, gule li welatiyên gundê Dêr Belût barandin. Hingê 25 tirimpêlên çeteyên girêdayî qaşo Koalisyona Sûriyê ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de ne, ji Tirkiyeyê derbasî aliyê Sûriyeyê hatin kirin û çûn Ezazê.

Di 19’ê heman mehê de jî bi rengekî hemwext bi êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê hêzên dewleta Tirk ji Qereqola Bukulmez gundê Dêr Belût topbaran kirin.


Lempeyên li derdora qereqolê vemirandin

Li gorî çavkaniyên herêmî Artêşa Tirk ji 1’ê Gulanê û vir ve, lempeyên li derdora Qereqolê vemirandine. Piştî vê yekê jî di rêya nûvekirî  ya navbera kampê û qereqolê de, nêzî 10-15 tirimpêlên leşkerî  derbasî aliyê Sûriyê kirine.

Ji aliyekî din ve jî tiştekî balkêş heye ku hevkariya Tirkiyeyê û çeteyan diyar dike. Li ser navendên Çeteyên Nûreddîn Zinkî yên li ser herêmên sînor ên li beramberê nuqteyên leşkerî yên Artêşa Tirk, ala wan bilind dibe. Di  navbera navendên çeteyan û nuqteyên leşkerên Tirk de tenê çend metre hene.

Li gorî çavkaniyeke ku nexwest navê xwe diyar bike, qereqola Bukulmez weke navenda kordîneyê ya çeteyên li Idlib û gundewarên Helebê ye. Ev kordîne jî bi serkêşiya MÎT’a Tirk pêk tê.

Beriya demekê jî hin fermandarên Artêşa Tirk serdana nuqteyên çeteyan ên li beramberê navçeya Cindirêsê kirin.


10-20 metreyan derbasî axa Rojava bû

Leşkerên Tirk doh jî bi qasî 10-20 metreyan derbasî nav axa Efrînê bûn û benda kontrolê danîn.

Leşkerên Tirk tevî du tankan, li bakurê Gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, bi qasî 10-20 metreyan sînor derbas kirin. Ev cihê ku derbas kirine 700 metreya dûrî gundê Hemamê ye. 

Leşkerên Tirk li ser riya di navbera gund Hemam ê navçeya Cindrêsê û gundê Meroniyê yê navçeya Şiyê, benda kontrolê danîne û welatiyên ku diçin û tên di kontrolê re derbas dike. 


 SEYDO ÎBO/ANHA/EFRÎN