METÎN YOKSU / MA / AMED

Abdûlsamet Yildiz ku paqijiya Pira Malabadê dike, ji bo kesên tên pirê bi Kurdî, Tirkî, Ingilîzî û Japonî bi strankî dîroka pirê vedibêje.

Welatiyê bi navê Abdulsamet Yildiz ê 50 salî, paqijiya Pira Malabadê dike. Pira Malabadê ya dîrokî di navbera Farqîna ser bi Amedê û Êlihê de li ser çemê Batmanê ye. Ew ji kesên diçin serdana pirê re, bi çar zimanan dîroka pirê vedibêje. Yildiz, bi Kurdî, Tirkî, Ingilîzî û Japonî bi strankî dîroka pirê vedibêje.

Yilmaz ê ku erdê wî li ber pirê ye diçîne û bi karên rojane debara xwe dike, ji ber ku demeke bê kar maye, li Pira Malabadê dest bi kar kiriye. Yilmaz, paqijiya pirê dike. Yilmaz, diyar kir ku ew pêşî dîroka pirê bi Kurdî û Tirkî ji serdêran re vedibêje û got: “Lê belê ez fikirîm, sibe du sibe turîstên biyanî bên, ez ê çawa behsa pirê bikim. Li ser vê, pêşî min bi Ingilîzî û paşê bi Japonî vegot. Japonî zimanekî xweş e, zehmetiyê dikişînim lê ez ê tam hîn bibim.”

 Dixwazim ji her kesî re bibêjim

Yilmaz, dîroka pirê bi terhên cuda vedibêje: “Min dît tim bi heman awayî nexweş e, vê carê li ber strana Malabadê vedibêjim. Bi vî awayî mirov kêfxweş dibin. Dixwazim vê dîrokê ji her kesî re vebêjim. Lê belê hîna jî hin pirsgirêk hene. Ji van odeyan bêhna genî tê. Heger destûr bê dayîn, ez dixwazim evan deran bi sabûnê bişom. Naxwazim zirar bigihêjiyê. Her ku behsa van deran dikim, mirov jî ji dilê wan çi bê, didin min. Ez jî bi vî awayî debara xwe dikim.”

Kembera herî fireh

Pira Malabadê di navbera Farqînê û Êlihê de, li ser çemê Batmanê ava ye. Pir sala 1147’an hema piştî serdema Merwaniyan, di dema Xanedaniya Artukiyan de hatiyê avakirin. Dirêjiya wê 150 metro, firehiya wê jî 7 metro ye; herçî bilindiya wê ye, ew jî 19 metro ye.

Pire bi kevirên rengîn hatiyê hûnandin û di dinê de di nav pireyên ji kevirên birî de ya xwedîyê kemberên herî fireh e.