Bûyera Salimî û helwêsta Rewşenbîrî
Her çiqas serdema îroyîn vegeriyabe Serdema Şewba Koronayê jî li welatê me bûyerên bi dagirkeran ve girêdayî bênavber berdewam dikin. Binêrin li gel vê kareseta ku mirovahî kiriye nav çar dîwaran, ji dest û helatê kiriye û nahêle nefesê bigire jî li çar aliyên Kurdistanê êrişên dewletên dagirker yek deqe jî nasekinin.
Ji siyaseta li ser zindanan bigir heta êrişên li ser qadên rizgarkirî yên şervanên azadiyê û wisa jî terora dewletî ya li dijî Kurdên sivîl di asta bilind de û li pêş çavên tevahiya dinê didomin.
Di encama tengaviya ji belavbûna koronayê de gelek welatan girtiyên di zindanan de berdan. Lewra parastina wan pir zehmet e û eger ev vîrûs bi nav wan jî bikeve pêşîlêgirtina wê hema bêje ne pêkan e. Lê mixabin Tirkiye û Îran ku dagirkerên sereke yên Kurdistanê ne li dewsa Kurdên siyasî, qaçax û kujer azad kirin. Kurdên ku ji bilî azadî û rûmeta mirovahiyê tiştek nexwestibûn li gel sawdariya vîrûsê di tarîtiya zindanan de hatin hiştin. Li Rojava êrişên dagirkerî ku piraniya wan li hemberî sivîlan in didome. Li qadên gerîla êrişên hewayî û bejahî ji berê jî pirtir bûne. Di ser de jî dagirkeran wargeha Mexmûrê bombe kirin û di encamê de sê jinên Kurd qetil kirin.
Di vê navê de bûyereke din a raya giştî ya Kurd hejandî jî bidarvekirina têkoşerê Kurd yê bi navê Mistefa Salimî bû. Salimî salên dirêj di zindanên Îranê de mabû. Di encama serhildaneke li zindanê de li gel hevalên xwe derfeta azadiyê bi dest xistibû. Hat gotin ku Salimî xwe gihandiye Başûrê welêt, lê wan ew cardin radestê Îranê kirine û li wir jî hatiye bi darvekirin.
Ya rastî ev polîtîka ji Başûr re ne zêde cihê matmayînê ye, lewra salên dirêj bi sedan şervanên azadiyê mirî an jî zindî rasdestê Tirkan kiribûn. Niha jî bi sedan girtiyên di zindanan de di encama wê danûstandina qirêj de dîlketî ne. Lê ya ku raya giştî ya Kurd hejand û gêş kir, gotina ku Salimî xwe gihandiye bajarê Pêncwênê û ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatiye radestkirin bû. Di siyaseta hevkariya bi dijminan re rola sereke KDP ê listiye û dilîze. KDP bi awayekî eşkere hevkariya bi dagirkeran re kiriye û dike. Ev siyaseta kirêt bi dijberiya PKK ê re dest pê nekiriye. Ji mêj ve bi Tirkan û Îranê re siyaseta danûstandina laşên mirovan dikin. Mirov dikare bi sedan nimûneyan jî bîne.
Li aliyê ku YNK desthelat e ev awa heta niha encam nedaye an jî nehatiye bihîstin. YNK jî dembidem çûye ser rêça KDP û hevkariya bi dijminan re kiriye, lê firotina mirovên Kurd ya bi vî awayî nehatiye dîtin. Mam Celal di daxûyaniyeke xwe de gotibû ku ew kidikek jî radestê dewleta Tirk nakin.
Biherhal ev bûyer di nav rewşenbîrên Kurd de jî dengveda û hin rêzdaran li ser nivîsîn. Ji ber ku rewşenbîrên Kurd li hemberê partî û rêveberiyên Kurd bê desthelat in, ev encamê bal kişand. Pirsa ‘Gelo helwêsteke rewşenbîrî ya Kurd jî derdikeve holê?’ Bi xwe re anî. Lê mixabin di demeke kin de bûyera Salimî li dijî YNKê vegeriya kampanyayeke reşkirinê. Wisa jî zelal bû ku kesên hinde bi tundî li dijî wê sosretiyê derketin, di bin re xizmeta KDPê dikin. Heman kes li dijî firotina axa Kurdistanê deng nakin, Mexmûr ku wargeha 12 hezar kesî ye û ev 9 meh in di bin terora KDPê de, bi ambargoyeke rûreş re rûbirû ye ji bo wan nabe pirsgirêk û mijar. KDP hêzên xwe li qadên gerîla kom kirine û rê nîşanê dagirkeran dide, ew jî ji bo wan hîç ne mesele ye.
Dîsa jî, li gel hemû kêmasiyan jî, li dijderketina bûyera Salimî di cih de bû. Eger rastî be, rûreşiyeke mezin e û telafiya wê jî ne pêkan e. Lê rayedarên Kurd û yên Îranî jî dan xuyakirin ku ew li nav sinorên Îranê de hatiye girtin. Li gel wan daxuyaniyan jî divêt hikûmeta herêmê bi hendazetî li ser babetê raweste û ronî bike.
Di nav rûpelên medya civakî ya PENA KURD de jî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û hat xwestin ku bûyera Salimî bê lêkolînkirin û ronîkirin. PENA KURD zêde bi babetên wiha re mijûl nabe. Ji sedî pêncî axa welatî hatiye firotin, li Mexmûrê 12 hezar jin û zarok bûne armanca hevkariya KDPê ya bi Tirkan re û wd ji bo rêxistina me ya nivîskaran ne pirsgirêk e. Lê vaye bûyera Salimî ji xwe re kirine derd. Her çiqas yên ku serkêşiya wê jî dikin rasterast an jî bi awayekî din xizmeta KDPê dikin jî me ew daxwaz pîroz dît. Divê rewşenbîrên Kurd jî platformên azad ava bikin, divê rewşenbîrên Kurd jî li ser hemû desthelatiyan bibin xwedî gotin û li ber xwe bidin. Kesên ku li dijî neyaran hinde wêrek in, çima li dijî desthelatên Kurd wiha bêzirav in?
Werin em van pirsan bibersivînin.
Werin em serdemeke Emîle Zolayî li Kurdistanê jî bidin destpêkirin...