
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê girtina 2 şervanên wan ên ji aliyê koma çekdar a girêdayî Partiya Azadî ya Mistefa Cuma daxuyaniyek nivskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, çend roj berê 2 şervanên YPG'ê ji bo hevdîtinê, çûne cem koma ya girêdayî Partiya Azadî (Mustefa Cuma). Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 2 şervanên YPG'ê bi awayekî bêbextî ji aliyê vê komê ve hatin revandin û hate gotin ku koma çekdar piştre jî 2 şervanên YPG'ê radestî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk kirine.
Di berdewamiya daxuyaniyê têkildarî mijarê ev agahî hatin dayîn: ''Me agahî bidest xistin ku 2 şervanê me ji aliyê koma çete ve di Deriyê Sînor ê Babalhewa re teslîmî hêzên dewleta Tirk hatine kirin.''
Di daxuyaniyê de bûyer wekî, ''Bûyera Îxanetê'' hate binavkirin û hate gotin ku heta 2 şervanên YPG'ê serbest neyên berdan û bûyer zelal nebe dê YPG şerê xwe yê li himberî van komên çete dewam bike û wê heta dawiyê ji van koman hesab bipirse.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Desteya Bilind a Kurd û tevahiya hêzên siyasî yên Kurd hate kirin ku helwest xwe ya derbarê bûyerê de eşkere bikin.
QAMIŞLO