Di hefteya derbasbûyî de bûyerên pir girîng li rojavayê Kurdistanê qewimîn. Li bajarê Amûdê pevçûn derketin û di encamê de 7 kesan jiyna xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Dema hêzên YPG derbasî bajêr bûn, rastî êrîşek çekdarî hatin û şervanekî jiyana xwe ji dest da. Piştî wê yekê pevçûn derketin û 6 kesên tê îdîa kirin sivîlin jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku hinekan ji wan çek li himberî YPG hilgirtibûn.

Jixwe beriya vê bûyerê komek li navenda bajêr li dijî girtina çend ciwanan ji aliyê Asayişê ve dest bi girava birçîbûnê kiribûn. Ew çalakî bi awayekî aşîtiyane dimeşiya. Lê destê derve ketine nava meselê. Nakokî hatin geşkirin. Abdulbasit Seyda mudaxele kir û nakokî gur kirin. Xwe mîna 'alîgerê azadiyê' nîşan da, PYD jî wek 'partiyek totalîter' ku li dijî azadiyê disekine tawanbar kir. Di dawaiyê de Seyda sipasiya dewleta Tirk kir ku ambolans ji bo birîndarên Amûdê şandine ser sînor. Her wiha daxuyaniya ku DYA'yê li dijî PYD'ê belav kir, qebûl kir û di nava hemû hêzên muxalefeta Stenbolê û alavên medya Ereb de belav kir.
PYD'ê li himberî bûyerên li Amûdê livek qels nîşan da. Di warê daxuyanî û ragihandinê de nikarîbû beşekî mezin ji gel bi helwesta xwe ikna bike. Di destpêka bûyerê de daxuyanî û nirxandinên ji hev cuda, nehevgirtî û şaş kir.
Neyar û dijberên PYD'ê ev bûyer baş bikar anîn. Li dijî vê partiyê dest bi kampanyaya reşkirinê kirin. Vê carê daxuyaniya DYA pişta wan xurt kir. Koma Abdulbasit Seyda hêzên muxalefeta nijadperest li gel bi dehan televizyon û malperên wê, alavên ragihandinê yên Başûr, hemûyan bi hev re kampanya reşkirinê li dijî PYD meşandin.
Di warê têkilyên derve de, diplomasiya PYD'ê şok bû. Îmaja wê zerarek mezin dît.
Têkilyên navxweyî yên Kurdên Rojava jî zirarek mezin dîtin. Meclisa Niştimanî a Kurd li Sûriyeyê danûstindina xwe bi Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê re birî. Bi vî şêweyî Desteya Bilind a Kurd ji hev belav bû. Tam ev yek di vê qonaxê de dihat xwestin. Bi vê yekê re Kurdên Rojava bê nûner dimînin û DYA, muxalefeta nijadperest dikarin kesekî mîna Abdulbasit Seyda li ser wan ferz bikin û wî mîna nûnerê Kurdan di Kongreya Genwerê de bidin qebûlkirin.
Divê bête nasîn ku li dijî PYD pilanek mezin tê rêsan. Ev pilan ji destpêka serhildana gel li Sûriyeyê heye û her roj pêş dikeve. Ji ber hindê divê PYD bi nazikî nêzîkî her bûyerekî bibe û derfetê nede tu hêzên girêdayî derve ku kar û barên du salan, fedekariya gel û şervanên YPG'ê û xwîna 75 şehîdên, vala derbixin.
Divê di van rojên nazik de, çanda lêblorînê were xurtkirin û efûkirin derkeve pêş. Bila xwîna şehîdên Amûdê bibe destpêka qonaxa biratî û hevqebûlkirinê.
Niha li Hewlerê hevdîtin di navbera PYD û Partî de hene. Ev hevdîtin bi çavdêriya PDK û PKK'ê pêk tên. Divê ev hevdîtin bi encam bibin. Divê lihevkirinek Kurdistanî bê rojevê da ku ev rewşa awarte ya ku Kurdên Rojava tê de dijîn, bi dawî bibe.
Bi nerîna min dikarin li heremên Rojava hilbijartin pêk werin. Her partiyek dikare bi serê xwe an jî bi lîsteyên hevbeş beşdar bibin. Bi vê yekê dê Kurdistana Rojava ji qonaxa partîtiyê derbasî qonaxa dezgehkirinê bide…