Li eyaleta Elmanyayê Hessenê hilbijartinên parlamenê bi şikestina mezin a CDU û SPD´yê bi dawî bû. Ji ber vê jî tesîra hilbijartinê ya herî mezin li koalîsyona federal a CDU û SPD´yê jî bû. Piştî eşkerebûna encaman, serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel da zanîn ku ew ê di kongreya partiya xwe ya di Kanûnê de nebe namzetê serokatiya giştî û di hilbijartinên federal ên 2021´ê de jî nebe namzeta serokwezaretiyê.
CDU û SPD´ê bi hev re qederê ji sedî 10´ê dengan winda kirin li gorî hilbijartinên beriya niha.
Partiya Keskan û AfD bi ser ketin
Ji sedî 67.3´yê 4.4 milyon hilbijêran yekşema bihurê dengê xwe dan û CDU bi ji sedî 27´ê dengan bû partiya yekem, SPD bi ji sedî 19,8´ê dengan bû partiya duyem. Partiya Keskan jî weke hilbijartinên li Bayernê bi ser ket û dengên xwe ji sedî 8.7 zêde kir û gihand 19.8´an. Gelekî muhtemel e ku ew di koalîsyona hikûmeta Hessenê de cihê xwe bigire lê vê carê ne tenê bi CDU´yê re. Partiya Çep (Die Linke) karî ji sedî 6.3´yê dengan wergire û 9 parlamenter jî şandin meclîsa eyaletê. FDP´ê jî karî dengên xwe zêde bike û bigihîne ji sedî 7.5´an. Serketiya herî mezin tevî Partiya Keskan, partiiya nijadperest AfD bû bi ji sedî 13.1´ê dengan.
Jixwe ji ber van encamên ji sala 1966´an ve herî xirab, doh Merkel di civîneke partiya xwe de da zanîn ku ew ê di kongreya Kanûnê de nebe namzeta serokatiya giştî ya partiya xwe û di hilbijartiênên federal ên 2021´ê de jî nebe namzeta serokwezaretiyê; yanî, Merkelê xatirê xwe ji siyasetê xwest.
Koalîsyonên muhtemel
Ji bo koalîsyona muhtemel a li parlamena Hessen, herî kêm 69 kursî lazim in. Koalîsyona CDU û Partiya Keskan yan jî ya CDU û SPD, wê tam 69 kursiyan karibe pêk bê. Lê koalîsyoneke bê CDU jî mumkin e: SPD(29), Partiya Keskan (29), FDP (11) jî digihîjin vê hejmarê.
Di hilbijartinan de ji Partiya Çep Saadet Sonmez û ji Partiya Keskan jî Taylan Burcu jî ketin meclisa eyaletê.