Cemal Kobanê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan tevî sê aktîvîstên din li Berlînê di greva birçîbûnê de ye, pêr bi şev bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê. Kobanê dermankirin, qebûl nekir û çalakiya xwe didomîne.

Greva birçîbûnê ya Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Cemal Kobanê ku ji 29’ê Çile ve di greva birçîbûnê de ye, doh êvarê rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, lewma ambûlans û doktor bi lezgînî li cihê çalakiyê ew kontrol kirin.

Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e, kedkarên tenduristiyê biryar da ku wî bibin nexweşxaneyê. Doktoran diyar kir ku organên hundir ên Kobanê hindik mane ku bi temamî têk biçin û pêşniyaza dermankirinê lê kirin. Lê belê Kobanê dermankirin red kir.

Cemal Kobanê ava ku wezîfedarên tenduristiyê li nexweşxaneyê da wî jî red kir û xwest biçe gel hevalên xwe yên di grevê de. Piştî demeke kurt ew birin gel hevalên wî. Kobanê diyar kir ku ew bi biryar e çalakiya xwe bidomîne.

Cemal Kobanê îro 114 roj in di greva birçîbûnê de ye.

 

BERLÎN