Mele Mustafa Tuzak bi sê hevalên xwe yên berxwedêr re li dijî tecrîdkirin Rêber Abdullah Ocalan li Berlînê ketibû greva birçîbûnê. Tuzak pêr li bajarê Bochum ê Elmanyayê ji ber ku careke din rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneyê.

Mele Mustafa Tuzak tevî Omer Bagdur, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl li paytexta Elmanyayê Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan ketibû greva birçîbûnê û 26’ê Gulanê bi banga Ocalan, wî jî tevî hevalên xwe çalakiya xwe bi dawî kiribû.

Mele Mustafa Tuzak bi giştî 134 rojan di greva birçîbûnê de mabû, ji ber xemsariya rayedarên tendirûstiyê yên Berlînê, piştî bi rojekê rakiribûn nexweşxaneyê û dermankirinê dereng dest pê kiribû û piştî bi rojekê ew berdabûn.

Tuzak pêr danê êvarê ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê xira bû li bajarê Bochumê rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku Tuzak di grevê de gelekî li xwe kêm kiriye, li ser kezeba wî girêkek çêbûye û ew ê demekê li nexweşxaneyê bê dermankirin.

 

BOCHUM