
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pêr çû Girava Îmraliyê. Mehmet Ocalan, diyar kir ku birayê wî Abdullah Ocalan, got, "Bêyî ku têkevin nava şik û gumanan bila bi awayeke lezgîn dest ji greva birçîbûnê berdin."
Mehmet Ocalan, diyar kir birayê wî gotiye bêyî têkevin nava fikaran bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de wiha got: "Ez îro çûm Girava Îmraliyê. Min bi kekê xwe Birêz Abdullah Ocalan rû bi rû hevdîtin pêk anî. Birayê bin der barê greva birçîbûnê de diyar kir ku bêyî dem derbas bibe bila zû dest ji grevê berdin. Birayê min xwest ez vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Daxuyaniya birayê min wiha ye: "Kesên ketine greva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe neavêjin ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn . Greva birçibûnê, bi awayekî şêwazek ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li derve têkivin grevê. Greva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalakî gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan bila bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine greva birçîbûnê bi taybetî kesên koma ewil û duyemîn yek bi yek silavan dişînim."
Ji girtiyan bersiv: Em greva xwe bi dawî dikin
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya, piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya wan bi serkeftinek mezin gihiştiye armanca xwe. Kaya,da zanîn ku ew banga Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan watedar dibînîn û çalakiya xwe bi dawî dikin.
Kaya, diyar kir ku çalakiya ku wan 12'ê Îlonê bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê dest pê kiribû, li zindanê gihişt berxwedana 10 hezar girtiyan û li derve jî gihişt berxwedana milyonan. Kaya, ragihand ku çalakiya wan ku bi felsefeya Pêşengê PKK'ê Kemal Pîr a "Bi qasî ez di oxira wê de bimirin ez ji jiyanê hez dikim" ketin rê û wiha got: "Ev wekî berxwedana dîrokî ket nava rûpelê dîrokê. Armanca çalakiya me ji bo rê li pêşiya çareseriya xwe dispêrê tundiyê ya înkar û îmhayê bi dawî bike û li şûna çareseriya bi rêbaza înkar û îmhayê em rêbaza demokrasî, aştî û diyalogê esas bigirin hatibû destpêkirin. Bi vê ferasetê me me got hewce be em dê bedena xwe bidin ber mirinê. Em berxwedana gelê xwe ya demokratîk û bi heybet silav dikin. Vê berxwedana gel hêz û moralekî gelek mezin daye çalakiya me. Ji be vê berxwedana gelê xwe em gelê xwe silav dikin. Vê bexwedana gelê me polîtîkya dewletê ya înkar û îmhayê pûç kiriye û bêwete kiriye. Em malavahiya gelê xwe û raya giştî dikin."
Kaya, destnîşan kir ku wekî raya giştî jî dizane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga "Vê çalakiyê cihê xwe dîtiye û gihiştiye armanca xwe. Bêyî ku têkevin nava fikaran dawî li çalakiyê bînin" kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê banga Rêberê xwe esas digirin. Li ser banga rêberê me, me 18'ê Mijdara 2012'an dawî li çalakiya xwe anî. Em dê şopdarê vê pêvajoyê bin û li gorî wê bertek û helwesta xwe berdewam bikin. Banga me ji gelê me û raya giştî heta azadiya Rêberê me û daxwazên gelê Kurd bila têkoşîna xwe berdewam bikin û heta Azadiya Rêberê Gelê Kurd û Demokratîkbûna Kurdistanê dê berxwedan û raperîna me berdewam bike. Gelê me yê fedekar di berxwedanê de bedena xwe daniye holê û biryara xwe aniye ziman."
STENBOL/AMED
KCK: Berpirsyarî êdî ya hukûmetê ye
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyan dest ji greva birçîbûnê berdan. Serokatiya Desteya Rêveber a KCKê derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Em jî weke tevger radigînim ku em ê bi temamî li gorî banga Rêber Apo tevbigerin û li ser vî esasî em dixwazin hemû hevalên me yên di berxwedanê de dawî li çalakiya xwe bînin.” KCKê got; “Berxwedan cihê xwe kiriye û gihiştiye armanca xwe” û da zanîn ku Ocalan careke din vîna xwe ya ji bo çareseriya aşitiyane danî û holê, êdî berpiryartî ji vir û şûn ve ya hukûetmê ye.
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Banga Rêber Apo, banga me ye. Em jî dê li gorî bangê tevbigerin û em dixwazin hemû hevalên me yên di berxwedanê de ne dawî li çalakiya xwe bînin.”
KCK’ê da zanîn ku berxwedan ji vir şûn de tevger û gelê Kurd dewr girtiye û wiha pê de çû: “Hevalên me yên girtîgehê ji 12’ê îlonê de kom bi kom tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Greva bêdem û dorneveger 67 rojan berdewam kir. hevalên me ev berxwedan bi îradeya xwe ya azad dane destpêkirin. Daxwaz û armanca berxwedanê ji aliyê rayagiştî ve tê zanîn. Berxwedana greva birçîbûnê navê wê jî li ser re, ne çalakiya rojiya mirinê ye. Çalakiya rojiya mirinê, li gorî wateya xwe heta daxwaz neyên cih didome; grevên birçîbûnê jî ligel ku daxwaz bên cih, di nava civakê de ger heta astekê rayagiştî hatibe avakirin dikare bi dawî bibe. Li vê esasê berxwedana zindanê gihiştiye armanca xwe. Berxwedan ji vir şûn de gelê me û tevgera me girtiye ser xwe.
Di encama greva birçîbûnê ya ku 67 rojan berdewam kir de di nava civakê de rojeke gelek cidî ava bûye. Ligel vê hikûmet û rayedarên dewletê cidiyet vê dîtine û ligel ku nedixwestin jî neçar man ku hin pêngavan biavêjin.”
Çalakî gihişte encama xwe
KCK’ê da zanîn ku berxwedana grevan di serî de li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bandoreke gelek mezin pêk aniye û wiha hate gotin: “Gelê me di mijara yekitiya netewî û siyasî de bûye yek beden; daxwazên berxwedêran weke daxwazên xwe xwedî lê derketine. Bi deh hezran, sed hezaran rabûne ser piyan. Di pêvajoya berxwedanê de hema hema her roj çalakiya civakî pêş ve çûye û mêtîngerî hatiye neletkirin. Gelek sazî û lijneyên netewî û navnetewî daxwazên çalakgeran di cih de dîtine û piştgirî dane. Li Tirkiyeyê dostên gelê Kurd, demokrat û hemû kesên ligel rumeta mirovan piştgirî dane.
Berxwedana zindanan; Bi banga Rêberê Gelê Kurd re bi rumeteke mezin bi serkeftinê encam bûye. Rêberê Gelê Kurd ev bang li hemberî gelê me wekî berpirsyariyekê pêk aniye. Ji vir şûnde peywir dikeve ser milê dewlet û hikûmetê. Em jî weke tevger dê li gorî banga Rêber Apo tevbigerin û di esasê de dixwazin hemû hevalên me dawî li çalakiya xwe bînin. Banga Rêber Apo banga me ye. Vê berxwedanê wateya xwe dîtiye û gihiştiye armanca xwe.”
ANF/BEHDÎNAN