Grevên birçîbûnê yên bêdem-nedorveger, di serî de girtîgeha Şakranê li gelek girtîgehan dewam dikin. Doh jî gelek girtî tevlî grevên birçîbûnê bûn.

Greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger a girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, ya ji bo betalkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan roja 15'ê Sibatê hat destpêkirin, di roja 52. de ye.

Pispor, dema piştî roja 50. weke 'asta krîtîk' bi nav dikin. Girtiyên di grevê de, gelekî kîlo li xwe kêm kirine. Her wiha îşkenceya fizîkî û psîkolojîk a li girtiyan jî dewam dike.

Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê jî 21 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyan bi rêya malbatan daxuyanî da û diyar kir ku ji 5'ê Nîsanê ve wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kiriye. Girtiyan diyar kir ku heta ku daxwaza wan bi cih were, ew ê greva xwe bidomînin.

Li ku çend roj

Girtîgehên grevên birçîbûnê li wan dewam dikin, ev in (hejmara rojan li gorî doh hatiye hesabkirin): Şakan T2, 8 kes, roja 52. Şakran T3, 5 kes, roja 52. Şakran-Jin, 5 kes, roja 45. Şakran-Jin, 7 kes, roja 44. Şakran T4, 8 kes, roja 38. Tekîrdag T1, 10 kes, roja 31. Tarsûs-Jin, 5 kes, roja 24. Şakran T4, 7 kes, roja 17. Bolû Tîpa F, 10 kes, roja 12. Antalya Tîpa L, 5 kes, roja 9. Hatay Tîpa T, 11 kes, roja 7. Sîncan-Jin, 9 kes, roja 5. Kepsût, 6 kes, roja 4. Duzce Tîpa T, 4 kes, roja 4. Menemen T2, 4 kes, roja 3. Gebze Tîpa M, 7 kes, roja 3. Sîlîvrî Hejmara 5, 10 kes, roja 3. Ceyhan Tîpa M, 3 kes, roja 2. Kiriklar F2, 12 kes, roja 2. Şakran T2, 12 kes, roja 2.  


  NAVENDA NÛÇEYAN