Tenduristiya Gokkan jî her ku diçe xirab dibe. Welatiyên ku avê ji Gokkan re dibin jî gelek caran rastî astengiyên polîsan tên. Polîsên dewleta tirk ava ku ji Gokkan re tê birin jî li cem xwe dinivîsin û ji kesên ku avê dibin re pirsa, “Te çend caran av bir?” dikin û agahiyên nasnameyên wan digirin. Li aliyê din piştgiriya ji bo Gokkan jî didome. Girseya piştgiriyê dide, hîn jî li ber sînor radiweste.
MÊRDÎN