Çalakî li Êlih, Erzirom, Agirî û Amedê berdewam dikin. Li navçeya Wêranşarê jî ji ber xebatên Newrozê îro çalakî hate bidawîkirin. Li Amedê çalakiya ku Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwaran dewir girtibû jî di roja 6'an de berdewan dike.
AMED: Li Amedê çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'ê Şibatê de li avahiya BDP'ê ya navçeya Peyasa Amedê hatibû destpêkirin di roja 26'an de didome. Çalakiya ku 6 roj berê ji aliyê endam û rêveberên TUHAD-FED'ê ve hatibû dewirgirtin berdewam dike. Li salona çalakiyê dawîzên "Ji Ocalan re Azadî", "Em ji bo rûmeta xwe di çalakiyê dene", "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî" û "Ji operasyonên siyasî û leşkerî re bes e", "An azadi an azadi" û "Em dê ji bo demokrasiyê heta çareseriyê têbikoşin" daliqandin. Çalakîya ku 26 rojin didome, ji aliyê karker û persolên şaredariya Peyasê ve hate ziyaretkirin.
WÊRANŞAR: Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê ku di 15'ê Sibatê de li avahiya BDP'ê dabûn destpêkirin îro ji ber amadekariyên Newrozê bi daxuyaniyek çapemeniyê hate bi dawîkirin. Hevseroka BDP'ê ya Rihayê Fatma Îzol, anî ziman ku çalakî gihiştiye armanca xwe û ji bo xebatên Newrozê bidin destpêkirin dawî li çalakiyê tînin."
ÊLIH: Çalakiya ku di 19'ê Sibatê de li avahiya BDP'ê ya Navçeya Navendî hatibû destpêkirin didome. Çalakî ji aliye endamên meclîsa Giştî ya Bajra û endamên meclîsa Şaredariyê ve bi girseyî hate ziyaret kirin. Çalakî ji ber xebatên Newrozê dê heta bisê berdewam bike.
BAZÎD: Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî çalakiya gireva birçîbûnê diome. Çalakiya ku ji ailyê endam û rêveberên BDP'ê û welatiyên navçeyê ve hatiye destpêkirin, ji aliyê komek nû ve hate dewirgirtin. Di wergirtina çalakiyê de welatiyê bi navê Orhan Erben, anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe çalakiyê pêk tînin û
Erben, anî ziman ku gelê kurt tu carî tawîz ji têkoşîna demokrasiyê nedaye û dê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê berdewam bike.
ERZIROM: Rêxistina BDP'ê ya Erziromê jî çalakiya ku bi heman armancê dest pê kiribû didomîne. Çalakiya ku li avahiya BDP'ê ya Erziromê hatibû destpêkirin, ji aliyê welatiyan ve rastî serdanek mezin tê. Çalakî bi niqaş û govendê berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN