Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkera kir ku gerîlayan 30-31’ê cotmehê li Gevera Colemêrgê 3 çalakî li dar xistine. HPG-NÇR’ê wiha got: “Di 30’ê cotmehê de di saet 12.00’an de li Geverê li dijî wesayiteke zirxî ya akrep ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita akrep derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇR’ê diyar kir ku di 30’ê cotmehê de dîsa li hemberî wesayîteke zirxî çalakiyeke din pêk anîne û wiha berdewam kir: “ Di encama vê çalakiya di saet 13.00’an de pêk hatiye wesayîta akrep derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.” HPG-NÇR’ê da zanîn ku di 31’ê cotmehê de jî li Colemergê li dijî lojmanên polîsan, dadger û dozgeran û noqteya pêşiya lojmanan de çalakî pêk hatiye û wiha pêde çû: “Di encama vê çalakiya li dijî lojmanên polîsan hate lidarxistin de 3 polîs birîndar bûne, hejmara kuştî û birîndarên di çalakiya din de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”Her wiha  HPG’ê ragihand ku li Nisêbînê du kesên hatibûn binçavkirin piştî lêpirsînên wan serbest hatin berdan."

YJA-STAR rê kontrol kir

 Gerîlayên jin ên Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) li Qilabana Şirnexê rê kontrol kir. Navenda Çapemenî ya YJA-Starê der barê çalakiyê de agahî da û wiha hate gotin: “Di 31’ê cotmehê de li Sêgoşeya Girê Çeta, Girê Wacîp û gundê Roboskî ya Qilabanê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê rê hatiye kontrolkirin. Her wiha keseke bi traktorê ji leşkerên li girê Wacîp re erzaq dibir hatiye hişyarkirin. ETraktor jî ligel erzaqên tê de hate şewitandin û rûxandin.” 

ANF/BEHDÎNAN