Teker, anî ziman ku siyasetmedarên Kurd û girtiyên siyasî ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe bedena xwe dan ber birinê û xwest hikûmet daxwazên wan li ber çavan bigire. Teker, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan ên sereke Azadiya Ocalan, ewlehî û tenduristiya Ocalan e û wiha got: "Girtî dixwazin ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Oclaan şet û merc bên başkirin. Dixwazin operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û makeqanûna demokratîk bê çareser kirin û daxwazên Kurdan bi makeqanûnê bê mîsogerkirin.

'Divê Ocalan serbest bê berdan'

Teker, destnîşan kir ku hikûmet daxwazên zêdeyî 400 girtiyên siyasî li ber çavan nagire û ger girtiyên ketine çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger jiyana xwe ji dest bidin hikûmet û dewlet berpirsiyar e. Teker, anî ziman ku gritiyên siyasî li hemberî polîtîka înkar û îmhayê bi bedena xwe têkoşîna raperînê didin û xwest hikûmet daxazên girtiyan li ber çavan bigire. Teker, da zanîn ku wan daxwazên girtiyan ij Wezareta Dadê re pêşkêş kiriye û êdî Wezarta Dadê û hikûmet berpirsiyarê geşedanên nû ye. Teker, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe û pêvajoya hatiye xetimandin ji nûve vebe divê teqez şert û mercên Ocalan bên başkirin û bi Ocalan re diyalog û muzakere bên destpêkirin. Teker, bilêv kir ku ji bo vê yekê jî hewceye Ocalan serbest bê berdan.

'Ferasetê berdewam kir'

Teker, bal kişanr ser pêkanînên Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê û wiha got: "Berê Şaxa ÎHD'êya Edeneyê bi dehan caran serî li rayedaran dan. Piştî ku buyer pêk hat Midûr ji peyvirê girtin. Lê piştî midûrê nû hat ser peyvirê jî dîsa îşkenceya li dijî zaroan berdewam kir. Divê feraset bê guhertin û êdî dawî li vê pêkanîna îşkence û destdirêjiyê bê. 


'Em dê dest bi gireva bêdem û bêdorveger bikin'
Teker, bilêv kir ku ew geşedanên li Girtîgehan ji nêz ve dişopînin û wiha got: "Em tu mudaxaleyên ji derve yên li diji hevalên me yên girti qebûl nakin. Ger ku Brêz Ocalan li ser vê mijarê nirxandinê bike em dê li ber çavan bigirin. Em fikar û daxwazên ib civakê re parve dikin. Em dê di rojên pêş de wekî TUHAD-FED'ê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
Teker xwest hemû cemawerî li hemberî daxwazên girtiyan hişyar û baldar bin. 

 DÎHA/AMED




Çalakî dewam dikin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amed, Êlih, Agirî û Rihayê destpê kirine dewam dikin. Rêvebir û endamên TUHAD-FED'ê daxuyandin ku ew ê çalakiya xwe ya li Amedê heta 18'yê Adarê bi awayeke bê dorveger bidomînin. Di çalakiyên girêva birçêbûnê de daxwazên çalakvanan careke din hatin bilêv kirin û ev peyam hate dayin.  "Divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û pirsgirêka Kurd bi riya aştî û diyalogê bê çareserkirin.

RIHA