MUNCHEN: Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de bi pêşengiya Komuna Jinê ya Sara û Ciwanên Jin pêk hat. Di çalakiyê de endama Dîe Lînke Brîgîtte Wolf û ji Coraje Brîgîtte Zîgler axivîn. Qisekeran ji Fransayê xwestin ku sûcdaran tavilê derxîne pêşberî edaletê û komkujî careke din şermezar kirin.

Piştî axaftinan, belavoka li ser mijarê hat xwendin. Di çalakiyê de ji bo greva birçîbûnê û meşa roja Înê li Munchenê banga beşdariyê hat kirin. Greva birçîbûnê wê roja Înê saet di 11:00 de li Rîndermarktê destpê bike û roja Şemiyê saet di 17:00 de jî meş û mîtîng were lidarxistin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

STÛTTGART: Cihekî din a çalakiya edaletê Stûttgart bû. Çalakî li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê pêk hat. Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de pankarta bi zimanê Elmanî ya bi nivîsa “Em ji Fransayê dixwazin ku kujerên qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd, aşkere bike” hat vekirin.

DUSSELDORF: Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger çalakiya edaletê hat lidarxistin. 

Çalakiya edaletê vê hefteyê bi beşdariya Meclîsa jinan a Viyan a Wûppertal û Meclîsa Jinan a Leverkûsenê çêbû. 

STRASBOÛRG: Li bajarê Strasbourg ê Fansayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Ji bo her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin her 15 rojan carekê di pêşegtiya Tevgera Jinên Kurd de li pêşiya avahiya Walîtiya Strasboûrgê çalakiya edaletê tê lidarxistin. Bi Fransî dirûşmên “Qatil Tirkiye, Hevkar Fransa”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ji Bo Kurdistanê çareseriyek Polîtîk” qîr kirin. Çalakî piştî belavoka hat xwendin bi dawî bû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN