Hamburg: Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina qedexeya li dijî PKK'ê ya li Elmanyayê hat kirin. Roja Pêncşemê, jin û ciwanên Kurd çûn postaxaneyê û îmzeyên di çarçoveya kampanya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" berhev kiribûn, ji hikûmeta Elmanya re şandin. Piştre heyetek ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn, ji bo agahdarkirina der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtin kir û ji rayedaran xwest, ku li hemberî tecrîdê bi berpirsyarî tevbigerin.
Li Hambûrgê, wê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî û rakirina xala 129b, roja Şemiyê saet 15:00´an li Altonayê meşek were lidarxistin û li ber Girtîgeha Dammtorê ev meş bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Berlîn: Li paytexta Elmanya Berlînê, girtina siyasetmedar û welatparêzên Kurd li ber Wezareta Karên Hundir hat protestokirin. NAV-DEM Berlîn, ATÎK û Kurdistan Solîdarîtaet Komîte destek dan çalakiyê. Çalakger pêr li ber avahiya wezaretê civiyan, pankarta bi nivîsa "Bila qedexeya li dijî PKK'ê were rakirin, ji hemû girtiyên siyasî yên li Elmanyayê re azadî" hilgirtin û belavokek li ser daxwazên xwe, xwendin.
Hildesheim: Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li bajarê Elmanyayê Hildesheimê, li ber peykerê Hackûpê, Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk dezgeh danîn û ji bo azadiya girtiyên siyasî îmze kom kirin.
Koln: bi rasthatina rojê, Kurdistaniyên li bajarê Kolnê jî ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ên li zîndanên Elmanyayê Bedrettîn Kavak, Ahmet Çelîk, Alî Ozel, Metîn Aydin, Mehmet Demîr û Abdullah Şen, daketin meydanan. Kurdistanî li ber Girtîgeha Koln Ossendorfê ku serokê berê yê YEK-KOM'ê Ahmet Çelîk lê tê ragirtin, civiyan û bi gotina sloganan xwestin Ahmet Çelîk azad bibe. Kurdistaniyan banga "dest ji krîmînalîzekirina Kurdan berde" li hikûmeta Elman kir.
Marsîlya: Meclîsa Arîn Mîrxan a Marsîlyayê, bi heman wesîleyê ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî xwerêveberiyên li Kurdistanê, şermezar bike, dezgeha agahdarkirinê li meydana Vîeûx Portê danî.
NAVENDA NÛÇEYAN