- Dayikên Şemiyê bi laçikên xwe yên spî, qerenfîlên sor û wêneyên windakiriyan 25 sal in li edaletê digerin. Masîde Ocak got, “Çalakiya Dayikên Şemiyê bêdeng e, lê belê qêrînek e, dinyayê dihejîne. Zarok û neviyên windakiriyan têkoşîna Şemiyê birêve dibin.”
MEHMET ASLAN / MA/STENBOL
Dayikên Şemiyê di 25’emîn salvegera têkoşîna xwe de, li gel astengî û qedexeya polîsan dîsa çûn Qada Galatasarayê û qurnefîl danîn qadê. Dayikan diyar kirin ku dê heta dawî li windakiriyan bigerin û qet dest ji Qada Galatasarayê bernedin.
Li Arjantînê darbeya leşkerî pêk tê û insên di binçavan de tên windakirin. Dayikên windakiriyên Arjantînê ji bo li aqûbeta zarokên xwe bi pirsin di 13’ê Nîsana 1977’an de li Meydana Plaza de Mayo dest bi çalakiya rûniştinê dikin. 14 dayik dest bi çalakiyê dikin û her ku diçe ev hejmar zêde dibe. Tevî zextan hemûyan jî dest ji lêgerîna windayên xwe bernadin. Her roja pêncşemê ew dayikên ku wek “Dayikên Plaza de Mayo” tên nasîn derdikevin Meydanê û di encama têkoşîna dayikan de dîktator Jorge Rafael Videla tê darizandin.
Çalakî bênavber didome
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî heta îro mirov tên windakirin. Dayikên Şemiyê ku bi laçikên xwe yên spî, qerenfîlên sor ên di destê wan de û hilgirtina wêneyên windakiriyan tên nasîn û ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û kiryar werin darizandin ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Meydana Galatasaraya Stenbolê çalakiya Roja Şemiyê li dar dixin. Çalakiyê ewil bi 4 malbatan dest pê kir û di nava du hefteyan de hejmar bû 30 malbat. Di wan demên ewil de polîsan bi dehan car êrişî çalakiya dayikan kir. Dayikên Şemiyê guh nedan êrişên polîsan û her hefte derketin Meydana Galatasarayê û li aqûbeta zarok û xizmên xwe pirsîn. Her ku êriş li dijî dayikan dihat kirin û dayik bi israr derdiketin meydanê her wisa hejmara beşdaran a çalakiyê jî zêde dibû. Dayikên Şemiyê ango malbatên windakiriyan bi binçavkirin, êriş, îşkence û mudaxeleyan re rûbirû man. Dayikên Şemiyê ji ber zext û zordestiya dijwar a polîsan neçar man ku di 13’yê adara 1999’an de navberê bidin çalakiya xwe. Piştî bi salan şûn ve Dayikên Şemiyê di 31’ê Çileya 2009’an de li Meydana Galatasarayê kom bûn û ji wê rojê ve bênavber çalakiya xwe didomînin.
25’ê Tebaxa 2018’an di hefteya 700’an de Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû çalakî qedexe kir. Li ser vê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li kuçeya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê li ber avahiya wê didomînin. Ji ber şewbê jî niha çalakiyê li ser hesabên medya civakî birêve dibin.

Em ê dest ji têkoşînê bernedin
Yek ji xizmê windakiriyan, Hasan Karakoç îşaret bi polîtîkaya windakirinên li Nazî ya Elmanya, Şîlî, Başûrê Amerîka û gelek welatên din kir ku çawa bi armanca bêdengkirina muxalifan hatine kirin û qala windakiriyên li Tirkiyê û Kurdistanê jî kir û bi bîr xist ku bi vê sedemê di binçavan de li gelek kesan êşkence hatiye kirin, wan avêtine bîrên asîtê û di gorên komî de hatine veşartin.
Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak jî bi bîr xist ku wan bawerî û israra xwe ya çalakiyê ji dayikên wek Asiye, Berfo, Kîraz û gelek dayik û bavê din wergirtine û got: “Ji 1995’an vir ve ji bo edaletê kêliyekê me paş de gav neavêtiye. Çi dibe bila bibe em ê mafê jiyan û mirovan biparêz in. Bêdeng e lê bele nav û qêrîna Dayikên Şemiyê dinya hejandiye. Raperîna dayika min û mîrateya bavê min e. Em wek Dayikên Şemiyê bang li we dikin; em windakiriyan ji bîr nakin û hûn jî ji bîr nekin. Em kiryaran efû nakin û hûn jî efû nekin. Heta windakiriyê dawî were dîtin û heta edalet pêk were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”