Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin di 3'ê Sibatê saet di 13:30 de li taxa Sûka Jêr hêzên gerîla li dijî çeteyan çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û di encamê de çeteyek hat kuştin.

Derbarê çalakiyan de ev agahî hatin dayin: "Hêzên em yên gerîla, ji bo bîranîna rêhevalê me Şehîd Avareş, çalakiyeke bi bandor a serdegirtinê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 7 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Cenazeyê 3 çeteyan li gel hejmarek ji cebilxaneyan ketin destê hêzên me."

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kirin, ku di van çalakiyan de gerîlayek bi sivikî birîndar bûye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êvara 3'ê Sibatê li derdora Sîtî Zeynep çalakî pêk anîne û di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di 4'ê Sibatê saet di 10:00 de li Taxa Minare, hêzên me yên gerîla çalakiyên sûîqestê lidar xistin û di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.    


 ŞENGAL




7 gund hatin rizgar kirin


Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên duh bi şev de 7 gundên din ên Kantona Kobanê hatin azadkirin. Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev operasyonên bi bandor meşandin. 

Di encama van operasyonan de li eniyên rojhilat û başûr ên Kobanê 7 gundên din ji çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê hatin paqijkirin û azadkirin.

Hat ragihandin ku li eniya rojhilat gundên Qebacix, Taşlok û Qeremox ji çeteyan hatin paqijkirin. Her wiha li eniya başûrê kantonê jî gundên Sitî, Mûçik, Bîrereb û Bîşaltî ji çeteyan hatin qaqijkirin.

Li gorî agahiyan, li eniya rojhilat di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin û cenazeyên 4 çeteyan ketine destê şervanan. Her wiha li eniya başûr jî herî kêm 26 çete hatine kuştin.

Li aliyekî din şeravanên YPG’ê gundên ku hatine rizgarkirin, ji bermahiyên çeteyan paqij dikin û li van gundan miqdareke mezin ji mayîn û bombeyan ku çeteyan çandibûn, hatin bê bandorkirin. perasyona paqijkirina kantona Kobanê hêjî didome. 


 KOBANÊ