Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê û ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî, 10’emîn çalakiyên ji bo dayîna Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt li dar dixe. Şerzan Kurt, dema li Zanîngeha Muglayê dixwend, 11’ê Gulana 2010’an di êrişeke nijadperest de bi guleya polîsekî hatibû qetilkirin. Bi vê munasebetê her sal ji bo bibîranîna Kurt ev çalakiya wêjeyê tê lidarxistin.
Di juriya çîrokên Kurdî de Umran Aran, Gulgeş Deryaspî, Çorê Arda, Yildiz Çakar, Mem Zinîstanî û Omer Kurd cih digirin.
Şertên tevlîbûna pêşbirkê jî wiha ne:
- Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin, divê berî niha li ti deveran nehatibin weşandin.
- Zimanê pêşbaziyê, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne, dikare xelatê parve bike.
- Heta 15’ê Îlona 2020’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.
- Piştî ku encama Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt a 10´emîn aşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine, wê wek pirtûk bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê dibin vê dipejirînin.
- Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên eşkere kirin û xelat di 9’ê Mijdara 2020’an de digel bernameyekê wê bê dayîn.
- Xelat, peykerekî xisûsî hatiye çêkirin e.
NAVENDA NÛÇEYAN