Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 4 roj li pey xwe hiştin. Dayîk eşkere dikin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn wê çalakiya xwe dewam bikin.

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dor lê hat girtin. Ev 49 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike.

Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa seytereya PDK’ê pêşî li wan girt.

Çekdarên PDKê êrişî dayikan kirin

Ev 4 roj in Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber seytereya Asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Dayîkên aştiyê diyar dikin ku heya ambargoya li ser wargehê nerabe, ew dest ji çalakiyên xwe naberdin û wê çalakiyên wan dewam bikin.

Hêzên ser bi Asayîşa PDK’ê heqaret û bê mafî li dayîkên aştiyê kirin, lê dayîkan dawî li çalakiya xwe neanîn. Bi gotina ‘Berxwedan jiyane’ bersiv dan hêzên asayîşa PDK’ê.

Di roja yekem de dayîkan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin, lê daxwazên dayîkan nehatin qebûlkirin. Piştre dayîkan xwestin bi berpirsê seyterê re hevdîtinekê bikin, lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û çekdarên PDKê êrîşê dayîkan kirin. Li gel êrişê heqaret li dayîkan hat kirin. Piştre dayîkan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Tîma tenduristiyê ya ku xwest rewşa dayîkan kontrol bike ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate astengkirin.

 

 MEXMÛR/ROJNEWS