Platforma “Li ber dagirkeriya li Kurdistanê rabe” wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, roja 28’ê Tîrmehê li çar aliyên cihanê çalakiyan li dar bixe. Platfomrê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir. Platforma “Li ber dagirkeriya li Kurdistanê rabe” ji Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Laz, Çerkes, jin, akademîsyen, rojnamevan, ciwan, Elewî, Êzîdî û Misilmanên demokrat pêk tê. Platform wê li Ewrûpa, Japonya, Kanada û Awustralyayê çalakiyan li dar bixe. Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) destek da çalakiyan û ji bo çalakiyên 28’ê Tîrmehê banga beşdariyê kir. Di daxuyaniya KCDK-E de hate gotin, “Dîktatoriya Erdogan û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo destketiyên gelê Kurd ji holê rakin, bi hemû rêbazên şerê qirêj êrişê dibin ser çar parçeyên Kurdistanê.” KCDK-E´yê bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Kurdistanê bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin û wiha dewam kir: “Bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî li pêşberî polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, tê wateya erêkirina êriş û komkujiyan. Em bang li dewlet û saziyên navneteweyî dikin ji bo nebin şirîkê vî sûcî û ji bo pêşîgirtina li êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê.” Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Platforma “Li ber dagirkeriya li Kurdistanê rabe” ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dîktator Erdogan, wê 28’ê Tîrmehê li çar aliyên cihanê çalakiyên protestoyî organîze bike û bang li Kurdistaniyan û dostên gelê Kurd hate kirin ji bo bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin. Cih û dema çalakiyan ELMANYA Duesseldorf, Eyaleta NRW´yê, li pêşiya DGB´yê, saet 12.00´an Frankfurt, Eyaleta Hessenê, li Hauptbahnof Frankfurt,
saet 14´an Stutgart û derdora wê, li Innere Brücke, li ber avahiyên hejmar 19-21, 73728 Esslingen, saet 14.00*an FRANSA Parîs, li Place de la Republique, saet 16.00´an Marsilya, Meydana Canabiere, saet 17.00´an Bordeaux, li Place de la Bourse, saet 17.00´an SWÊD Stockholm, li Humlagarden/ Stockholm, saet 14.00´an AWUSTURYA Graz, li Herrengasse, saet 16.00´an SWÎSRE Lozan, Protestokirina Peymana Lozanê û çalakiya “Rabûna li ber dagirkeriya li Kurdistanê”, li Place de Riponne, saet 15.00´an DANÎMARKA Kopanhagen, li Kultorvet, saet 14.00´an NORWÊC Oslo, li pêşiya parlamenê li Eidsvold, saet 14.00´an. NAVENDA NÛÇEYAN