Endama Meclîsa Şaredariya Misircê Hatîce Sevîptekîn a ku nobeta yekemîn girt têkildarî berxwedanê de daxuyanî da û ji ber destpêka meha Remezanê, meha Remezanê li hemû alema milsiman pîroz kir. Sevîptekîn, diyar kir ku wan li hemberî çêkirina qereqol, HES û taxîrbatên xwezayê kon vedan û berxwedan dan destpêkirin û wiha got: "Em hevî dikin ku ev berxwedan dê ji gelê me û serokê me re azadî û aştiyê pêk bînin. Armanca berxwedana me ji qereqol, HES û texrîbata xwezayê ya li Sêrtê pêk tê rawestînin e. HES zirarekî mezin didin xwezayê û hawirdorê. Li cihên HES lê tên çêkirin çandînî û xweza tê tunekirin û ligel vê yekê gel tê koçberkirin. Em li hemberî projeyên xwezayê taxrîp dikin derdikevin."
'Em dixwazin azad bijîn'
Sevîptekîn, anî ziman ku ew dixwazin xweza di rewşa xwe ya xwezayî de bimîne, zirarê nebîne, gel li ser axa xwe bi azad û aştî bijî û ji bo vê yêkê têkoşînê dikin û wiha got: "Em dixwazin bi azad bijîn. Ji bo gel xwezaya xwe biparêze û li hemberî taxrîpkirina wê derbike kon veda. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Sêrtê xwedî li xwezaya xwe û kon derbikeve. Em bi tu awayî çêkirina qereqol, qeleqol, bendav û komkujiya xwezayê qebûl nakin. Bila jiyana xwezayî û ekolojî her tim bi dome." Nobeta konê berxwedanê yê li Şîrvanê di roja yekemîn de heya paşîvê bi stranan berdewam kir û di seatên paşîvê de fîşekên hewayî hatin teqandin. Nobeta kon doh seat di 17.00'an de ji aliyê welatiyên taxa Barişê ve dewrhat girtin.
DIHA/SÊRT