ERDAL TOLHILDAN / ANF/BAHDÎNAN
Ciwanên welatparêz yên başûrê Kurdistanê ev 6 roj in ji bo şermezarkirina dagirkerî û zêdegaviyên dewleta Tirk yê li ser xaka Başûrê Kurdistanê çalakiya xwe ya mertalê zindî didomînin. Ciwan bi çalakiyê balê dikşînin ser metirsiya êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û banga yekîtiyê li tevahiya hêzên Kurdistanê dikin. Endamê ciwanên welatparêz ê ku di nava mertalên zindî de cih digrin, helwesta gelê Kurd û bêdengiya ku li Başurê Kurdistanê heye jî nirxandin.
Em dagirkeriyê qebûl nakin
Ji Mertalên Zindî Hêdî Sîpan peyivî û got, “Em dixwazin xelqê Başûrê Kurdistanê vê zilmê qebûl neke. Dewleta Tirk dixwaze her cûreyê êrişan li ser gelê Kurd rewa bike. Em dagirkeriya li Bradost û herêma Xakurkê qebûl nakin.”
Di vê demê de bibin xwedî rol
Çalakvanê bi navê Botan Germiyan jî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo derxistina şerê birakujiyê û got, “Divê Kurd her tim di nav hevgirtinekê de bin û neteweya xwe esas bigire. Bi vê hevgirtinê re ciwanên Kurdistanê divê metirsiya dagirkeriyê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê bibînin. Di vê demê de bila bibin xwedî rol û mîsyoneke bi bandor. Ev yek erka demê ji bo me Kurd û Kurdistanê ye.”