Çalakiyên grevên birçîbûnê yên Kurdistaniyan li Ewrûpayê, li gelek navendan dewam dikin. Çalakger tevî grevê, diçin serdana aliyên civakî û siyasî û doza xwe dixin rojeva raya giştî. Çalakger biryardar in ku tecrîdê bişikînin.
Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ya ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ket roja xwe ya 37´an. Grevên birçîbûnê yên li Ewrûpayê yên ji bo destekkirina Guven û bi doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlîbûna çalakgerên nû dewam dikin. Kurdistanî û dostên xwe bi biryar in heta ku encamê negirin, ew ê dawiyê li çalakiyên xwe neînin.
STOCKHOLM: Greva birçîbûnê ya li paytexta Swêdê Stockholmê li Meydana Odenplanê pêk tê. Kurdistaniyên ji bajarên Orebro, Gavle û Uppsalayê jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran li ser armanca çalakiyê, tecrîdkirina Ocalan belavok belav kirin. Çalakger çûbûn serdana rojnameya Swêdê Dagens Nyheter û Expressenê. Rayedarên rojnameyan soz da ku wê nûçegihanên xwe bişînin meydana çalakiyê.
KOPENHAGEN: Greva birçîbûnê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, di roja 8’an de ye.
Danîmarkî jî serdana çalakgeran dikin û piştgiriyê didin wan. Çalakger ji Yekîtiya Ewrûpa û hikûmeta Danîmarkayê dixwazin ku li ber tecrîdê û êrişên dewleta Tirk rabin.
BERN: Kurdistaniyên li Swîsreyê jî ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bernê dewam dike. Heyetek ji çalakgeran pêr bi parlamenterên 3 partiyên cuda yên li Parlamenta Swîsreyê re rûniştin. Çalakgeran bal kişand ser rewşa Ocalan û ji parlamenteran xwest ku bêdeng nemînin.
Ji Partiya Keskan Parlamenter Balthasat Glatli anî ziman ku ew nêrînên Ocalan ji nêz ve dişopînin û gelekî girîng e ku ev nêrîn niha li Rojava bi cih tê anîn.
Ji partiya Keskan Parlamentera Kurd Sîbel Arslan jî got, “Em rewşa li Tirkiye û Rojava ji nêz ve dişopînin” û anî ziman ku ew ê greva birçîbûnê jî ji nêz ve bişopînin.
Serokê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Swîsreyê Carlo Sommarûga jî got, SP beriya niha tecrîdkirina Ocalan xistibû rojevê. Niha jî partiya me greva birçîbûnê û daxwazên çalakgeran girîng dibîne û wê ji niha û pê ve jî mijarê bişopîne.“
ADÎGE: Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê jî li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Grev bi koma nû dewam dike. Berdevkê koma nû ya greva birçîbûnê Îsa Aliyev got, “Sê sal in em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Divê gelê me desteka xwe ya ji bo çalakgeran zêde bike û têkoşînê mezin bike.” Çalakgeran her wiha gefên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Rojava şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN