Di çalakiya bibîranîna şehîd Viyan Soran de, Zîlan Mûsa çalakiya wê weke ruhê Berxwedanê ku li Şêladizê dewam dike bi nav kir û got, “Em xelkê Şêladizê bi dil û can pîroz dikin. Em bang li hemû bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê dikin, piştgiriya serhildana Şêladizê bikin.”

Şehîd Viyan Soran li Silêmanî, Ranya û Kerkûkê hate bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de hate gotin, çalakiya şehîd Viyan bersiva hemû dagikeran bû û ew çalakiyekek li dijî bêbexitiya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan bû. Di semînerên bi heman armancê li binarê Qendîlê de jî ji xelkê hat xwestin ji bo ku destgîrkiriyên serhildana Şêladizê bên berdan, çalakiyan bikin.

   

Li Silêmaniyê  Şehîd Viyan Soran a ku 2’yê Sibata 2006’an ji bo ku pergala êşkenceyê û tecrîdê ya Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, bedena xwe dabû ber agir, ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve di 13’emîn salvegera çalakiya xwe hate bibîranin. Di çalakiyaê de peyama, ‘Bi berxwedana Leylayan em ê serketinê misoger bikin’ hat dayîn.

Di merasîmê de bi dehan welatî amade bûn û li ser navê hinek rêxistinên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de hate gotin, “Çalakiya şehîd Viyan Caf bersiva hemû dagirkeran bû. Wê ji her kesî re got, ew dikarin di hemû deman de weke jin hebûna xwe diyar bikin. Piştî daxuyaniyên rêxistinan, nameya şehîd Viyan Caf ji bo kesên amade hate xwendin. Piştî merasîmê, welatî û endamên rêxistinan çûn serdana goristana Şehîd Viyan Caf.

Ji bo Azadiya Ocalan, Kurdan û jinan

   

Li navçeya Ranyayê jî, şehîd Viyan Soran hat bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de hate gotin, çalakiya şehîd Viyan li dijî komploya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan bû.

Li Ranya ya ser bi îdareya Raperînê, RJAK´ê di 13’emîn salvegera çalakiya wê de, şehîd Biyan Soran bi merasîmekê bi bîr anî.

Di destpêka merasîmê de endama Komîteya Jinên Başûr ya ji bo pêngava azadiya Ocalan, Zîlan Musa daxuyaniyek da. Wê got, “Çalakiya şehîd Viyan li dijî komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêber Ocalan bû.” Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin, Viyan Soran ji bo azadiya  Ocalan, gelê Kurd û hemû jinan çalakiya xwe kiriye.

Zîlan Mûsa got, astengkirina çalakiyên demokratîk li Başûrê Kurdistanê, piştgirîdayîna desthilata faşîst û dijatiya hemû nirxên şoreşê ye: “Ruhê serhildana li dijî faşîzma Tirkiyeyê hê jî dewam dike. Bi helwêsta gelê Şêladizê careke din diyar bû dagirkerî nayê pejirandin. Em xelkê Şêladizê bi dil û can pîroz dikin. Em bang li hemû bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê dikin daku piştgiriya serhildana Şêladizê bikin.”

Piştî nîşandana sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna şehîd Viyan Soran, merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Bi ruhê berxwedanê serketin

   

Li Kerkûkê jî, li Hola Lubnanî, Şehîd Viyan Soran ji aliyê RJAK´ê ve di 13’yemîn salvegera çalakiya xwe de hate bibîranin. Dirûşmeya bîranê jî wiha bû: ‘Bi berxwedana Leylayan em ê serketinê misoger bikin’.

Endama Desteya Rêveberiya RJAK’ê, Necîbe Omer li ser têkoşîna Viyan Caf (Viyan Soran) axivî û got, “Heval Viyan li hemberî komkujî û tecrîdkirina Rêber Apo çalakiya fadayî kir. Çalakiya heval Viyan redkirina bêdengiya li Başûrê Kurdistanê bû. Heval Viyan bi vê çalakiya xwe dibêje, ruhên razayî, em ê wan hişyar bikin. Piştî vê çalakiyê ciwan, jin û gel li Başûrê Kurdistanê hişyar bûn.”

Necîbe Omer ji ber helwêata beramberî çalakiyên grevên birçîbûnê jî çapemeniya Başûrê Kurdistanê rexne kir û got; “Cihan piştgiriyê li Leyla Guven dike, lê ragihandina Başûrê Kurdistanê kerr bûye.”

Necîbe Omer têkildarî raperîna li Şêkadizê jî got; “Tenê yên xwedî ruhê berxwedana Şêladizê, piştgirî dan xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê. Ew bûn ên xwedî ruhê neteweyî û şoreşgerî. Bi vî ruhî dijmin têk diçe. Lewma divê her kes piştgiriyê bide Şêladizê.”

Ji bo girtiyan rabin ser piyan

Bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Viyan Soran, li Binarê Qendîl û gundên wê jî semîner hatin dayîn. Di semîneran de hate gotin, Şehîd Viyan Soran ji bo azadiya jinan û şikandina tecrîdkirina Ocalan têkoşînê dikir. Herwiha bang li xelkê Başûr hate kirin da ku ji bo berdana çalakvanên Şêladizê, rabin ser piyan.

Di semînerê de endama RJAK’ê Arezu Ezîz behsa jiyana şehîd Viyan Soran kir û got: “Şehîd Viyan xwest ji bo bi destxistina mafê jinan tevlî şoreşê bibe. Heval Viyan fermandareke qehreman û têkoşer bû. Her tim dixwest têkoşînê ji bo azadiya jinan û Rêber Apo bike.”

Şehîd Viyan Soran her wiha li gundên Dolekotir, Spêro, Bestê yên Binarê Qendîlê bi beşdarbûna gelek jinan û çalakvanên civaka sivîl hat bi bîranin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN