Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser hevdîtina 22’ê Gulanê ya bi muwekîlê xwe re civîneke çapemeniyê doh li Stenbolê pêk anî. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Nevroz Ûysal, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Tûrgût lderketin pêşberî çapemeniyê û peyama Ocalan a li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ragihand. Ji parêzeran Newroz Ûysal pêşî peyama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê xwend got, wan piştî 2´yî Gulanê 22´yê Gulanê jî Ocalan dîtiye, her du caran jî Ocalan gotiye muzakere nînin, lê bi îhtîmam girîngiya lihevkirina civakî, siyaseta demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet îfade kiriye.

Uysal a ku peyama Ocalan û ya parêzeran xwend got, “Di hevdîtinê de her çendî li ser gelek mijaran hatibe axaftin jî, rojeva sereke, greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû ku hatibûn ber qonaxeke tehlûke.”

Peyama Ocalan jî wiha hat xwendin:  “Hevrêyên hêja; di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, li ber ronahiya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi dilrehetî diyar dikim, armanca we ya ji bo min diyar kiribû, bi cih hatiye û li gel hezkirinê, malavayî li we dikim. Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin. Li gel hezkirina bêdawî û silavên min.”

STENBOL