‘Emê biçin Roboskiyê’ Meclisa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe bi daxûyaniya çapemeniyê dawî li çalakiya xwe ya du rojan anî. Dayikan li salonê pankarta “Ji ber bêedaletiya li ser parlementerên me, em di gireva birçîbûnê de ne” vekirin. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Leyla Astan dîyar kir ku wan çalakîyê ji parlamenterên xwe dewir girtibûn bidawî kirin û wiha got: “Ji bo bê hiqûqiya li ser parlamanterên me û bêdadiya li dijî girtiyên nexweş bidawî bibe û komkujiya Roboskî, Parîs û Geverê bê ronî kirin me dest bi gireva birçîbûnê kiribû”. Çalakiya ku 16 dayikan têde cihê xwe girt bidawî bû.
DÎHA/AMED