Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 10´ê Tîrmehê ya li Amedê weha hat gotin: “Roja 10’ê Tîrmehê saet di 11:30 de, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî komek ji polîsan a li ser rêya avahiyên komî yên li Seyrantepe ya li navenda Amedê, çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de ji mesafeyeke kurt 4 polîs hatin kuştin, 3 polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê bi maşînên zirxî polîsên kuştî û birîndarkirî hatin rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên di operasyona li Licê de şehîd bûyî, hat lidarxistin.”


Li Wanê 20 JOH hatin kuştin

HPG´ê da zanîn ku hêzên wan roja 11’ê Tîrmehê saet di 18:30 de, bi çekên nîv giran û ferdî li leşkerên li girê Şuxa yê ser bi herêma Garisa ya Sêrtê xistiye, lê belê  HPG´ê nekariya hejmara leşkerên mirî û birîndar zelal bike.

Li gorî daxuyaniyê li Colemêrgê jî roja 10’ê Tîrmehê gerîlayên HPG´ê li hemberî karwanekî eskerî yê artêşa Tirk a li mintiqeya Bembo ya li navbera gundên Derya û Tîrînos ên navçeya Şemzînanê çalakî pêk anîne. HPG´ê da zanîn ku ew ê agahiyên berfireh ên li ser encamên vê çalakiyê paşê bi raya giştî re parve bike.

HPG´ê li ser çalakiya xwe ya 9´ê Tîrmehê a li Wanê jî ev agahî dan: “Êvara 9’ê Tîrmehê, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî Qereqola Jendermeyan a Pay a li navçeya Wanê Erdîşê çalakiyeke sabotajê ya berfireh li dar xist. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama vê çalakiyê de 20 endamên JOH´ê mirine, 16 jî birîndar bûne.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN