Di serî de li Amed, Colemêrg, Şirnex, Wan û navçeyên wê li gelek navçe û bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Li navenda Şirnexê bi rojane ji bo berxwedana Kobanê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û piştgiriya Tirkiyeya ji çeteyên DAIŞ'ê re şermeza bikin çalakî berdewam dikin. Li Şirnexê bi armanca şermezarkirina salvegera destpêka komploya 9´ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dikanên xwe venekirin.
Li her derê çalakî
Bi sedan welatî li ber avahiya DBP'ê ya Şirnexê hatin cem hev û bi pankartên "Berxwedana Kobanê, xilaskirina rûmeta mirovahiyê ye" û "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" vekirin û ber bi Qada Omer Kabak ve meşiyan û ji wir jî ber bi Qad Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Girseya giştî hatin qadê sruda "Çerxa Şoreşê" xwedin û rêzgirtin pêk anîn. Li ser navê girseyê Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Berîvan Kayaş xwend û li ser salvegera 9'ê Cotmehê rawestiya û wiha got: "Hêzên desthilatdar di 9'ê Cotmehê de di şexsê Rêber Apo de xwestin tevgera azadiya kurd û gelê kurd xilas bikin."
Bîlançoya êrişan giran e
Li bakurê Kurdistanê hejmara Kurdên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin bû 23. Gelê Kurd yê li bakûrê Kurdistanê bi rojane ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û hevkariya dewleta Tirk a ji bo çeteyan li kolanane. Ji roja destpêkê ve dewleta Tirk ya çavsor li her deverê bi hevkarên xwe yên hizbul-kontra-JITEM û polêsan ve êrişî gelê Kurd kir. Hima hima li hemû bajarê û navçeyên Kurdistanê gelê Kurd rabû serhildanê. Lê dewleta Tirk ya ji raperîna gel ditirse di êrişan de sînor nas nekir. Li gorî agahiyan bi sedan kes ji deverên xwe yên cûda birîndar bûne. Her wiha gelek kes jî di xwepêşandanan de hatin binçavkirin. Di êrişan de Hizbul-kontra-Huda-Par-DAIŞ û AKP bi hev re êrişî gelê Kurd kirin. Her wiha ev kesana di êrişan de eşkere çek jî bikar anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN