Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, konê agahdarkirinê, ku ji bo vegotina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê dike hatiye vedan, di roja 8. de ye. Li vî konê li ber stasyona trenê ya navendî bi şiyara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hat vedan, wêneyên zarokên Kurdistanî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, alên PYD, YPG, PAJK, TJK-E, KJAR, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sara, Rojbîn û Ronahî hatin vekirin.
Di çalakiya li bajarê Kîelê de, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Di çalakiyên hefteya çandê (Kieler Woche) de jî, Komuna Jinê ya Kîelê belavok belav kir. Li stanta li vir hat vekirin, li ser rewşa Ocalan û polîtîkayên qirkirinê yên AKP li Kurdistanê dimeşîne, agahî ji beşdaran re hat dayîn.
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, çalakiya kon di roja 7’emîn de dewam kir.
Çalakî bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” destpê kir, dewam dike.
Çalakiya ku her roja di navbera saet 14.00-18.00’an de li navenda bajarê Hîldesheîmê tê lidarxistin, ji aliyê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê tê organîzekirin. Di çalakiyê de ku standa agahdarkirinê jî tê vekirin, belavok tên belavkirin.
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, çalakiya li ser banga KCDK-E ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja 6. de ye.
Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî û Hollandayî tevlî çalakiyê bûn. Ji dostên Kurdan Petra Nederlander di peyameke bi Îngilîzî şand û daxwaza azadiya gelê Kurd û Ocalan kir. Hevserokê berê yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ramazan Batmanî jî ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan banga mezinkirina çalakiyan kir û got, “Heta ku Rêberê me azad nebe, Kurdistan azad nabe.” Batmanî jî welatparêzan û dostên Kurdan daxwaza neçûyînê ya Betlanê kir.
Çalakiya ku belavokên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî lê hatin belavkirin, 4 saetan dewam kir.
NAVENDA NÛÇEYAN