Li paytexta Franseyê Parîsê ji ber bêdengbûna çapemeniya cîhanê, televîzyona BFM hat dagirkirin. Li Belçîkayê jî têkildarî qetlîaman ji saziyên cuda re dosyayên agahdarkirinê hatin pêşkêşkirin.
Ciwanan navenda BFM´ê dagir kir
Li paytexta Fransayê Parîsê, endamên Navenda Civaka Vîllîers Le Bel, Drancy û ciwanên endamên Ciwanên Azad, bêdengbûna çapemeniya cîhanê ya li hemberî qetlîamên li Kurdistanê protesto kir. Ciwanan avahiya kanala nûçeyan BFM´ê li Parîsê dagir kir. Ciwanan diyar kir ku ew dixwazin têkildarî rewşa Bakurê Kurdistanê bi rêveberên kanalê re bipeyivin. Di çalakiyê de ciwanek hat binçavkirin, li avahiyê jî ewlekariya parastinê hat zêdekirin.
Jinan banga hestiyariyê kir
Li bajarê Belçîkayê Antwerpenê, ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê, dosyayên agahdarkirinê hatin amadekirin û pêşkêşî saziyên cuda hatin kirin.
Meclîsa Jinan a Slava, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û ATÎK´ê têkildarî mijarê raporên xwe pêşkêşî beşa Dadgeha Sulh a li Edliyeya Antwerpenê kir.
Di hevdîtinên li vir de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê gelê sivîl dike hedef û qetil dike. Dadgehê diyar kir ku ew ê dosyeyan lêkolîn bikin.
Ji Antwerpen Amnesty International Vlaanderen Mensenrechtenê re ku Komaleya Mafê Mirovan e, jî dosye hat pêşkêşkirin. Komeleyê aşkera kir ku ew ê têkildarî qewmînên li Kurdistanê raporekê amade bikin.
PARÎS/ANVESRS
Li Frankfurtê çalakiyên Kurdan
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî Kurdistaniyan bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakî li dijî terora dewleta Tirk li darxistin. Kurtdistaniyan li navenda bajêr Hauptwache kon veda û paşê jî çûn avahiya partiya desthilatdar CDU û dosyayeke agahdariyê dan razedarên partiyê.
Çalakiya konvedanê ya Kurdistaniyan li Hauptwach ya Frankfurtê doh nîvorojê dest pê kir. Çalakî wê îro jî heta êvarê dewam bike. Ji cihê çalakiyê li ser navê NCDK´ê heyetekê doyayeke agahdarkirinê li ser terora dewleta Tirk da rayedarên rêxistina bajêr a partiya desthilatdar li Elmanyayê CDU´yê. Çalakgeran bi sloganên xwe terora dewletê şermezar kir û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
FRANKFURT