STRASBOURG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya 'edalet û ronahiyê' li ber avahiya Walîtiya Strasboûrgê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên Ferînaz Xosrewanî û 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetikirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin, Pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat vekirin.


AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî, bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Rojbîn li Meydana Damê çalakiya 'em edaletê' dixwazin ev sê hefte ne bi awayekî dorveger tê lidarxistin. Di çalakiya ku hat xwestin kiryar werin diyarkirin de broşurên li ser jiyana Cansiz, Dogan û Şaylemez ên bi zimanê Holandî û Îngilîzî hatin belavkirin.


MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê bi armanca ronîkirina komkujiya li Parîsê li ber Konsolosiya Fransayê çalakiya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Li bajarê Elmanya Dusseldorfê jî çalakiya 'edalet û ronahiyê' hat lidarxistin. Di çalakiya ku Kurdistaniyên ji Koln û Dusseldorfê beşdar bûn de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin. 


ANF/NAVENDA NÛÇEYAN