Bi armanca protesto kirina êrişên komên çete yên li ser herêma Komanê li bajarê Almanya Duisburgê çalekiyek hat li darxistin. Di meşa ku li bajarê Duisburgê pêş gara trenê destpê kirin de pankartên bi nîvisî “Rojava ne bi tenê ye” û “Şoreşa Rojava biparêzin, komkujiyê bi rawestînin” li pêşiyê hatin vekirin. Di meşê de ku êrişên komên çete yên dijî Rojava û hîleyên li Tirkiyê di hilbijartina 30’ê Adarê de hatin şermezar kirin, dovîzên bi nivîsa “Îran, Tirkiye, El Qaîde bi hevre êrişî Kurdistanê dikin” û “Erdogan di hilbijartinan de jî dîktatoriya xwe nîşan da” ku hatin hildan bal kişandin. Di seranserê meşê de bi sedan belavok jî hatin belav kirin.

Bi heman armancê, Kurdistaniyên li bajarê Essen û derdora wê dijîn li ber Konsolosiya Tirk hatin cem hev û dewleta Tirk ji ber desteka wê ya ji bo çeteyên êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, hat protestokirin.  Di çalakiyê de girseya gel li gel alên PYD û TEV-DEM'ê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Bi çekên Tirkan û Amerîka kesên sivîl tên qetilkirin" a bi zimanê Almanî hatin vekirin. Yek ji nûnerên PYD'ê yên Ewropayê Ahmad Kobanê li vir axivî, êrîşên li dijî Kobanê şermezar kir û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li Rojava û bi taybetî jî li Kobanê xwedî derkeve.
Li Qibrisê jî, li ser vexwendina Navenda Çanda Kurd a Tiofliosê pêr komeke ji Kurdistaniyan li hev kom bû û ji bo balê bikşînin ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê ber bi Nûneriya Yekitiya Ewropayê ve meşiyan.
Li ser navê komê şandeyek derbasî hindurê nûnertiyê bû û dosyayek derbarê mijarê de radestî rayedaran kirin.
Di heman rojê de şandeyeke din a ji Kurdistaniyan jî bi heman armancê çû nûneriya Neteweyên Yekbûyî û dosyayek pêşkêş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN