GOTEBORG

Kurdên li bajarê Goteborg a Swêdê djîn  çalakiya runiştin, dagirkirin û meş û mîtîng pêk anîn. 30 Kurdî bi ser buroya svt de girt û çalakgeran xwest ku geşedanên Rojava bînin rojevê.  Di saetên êvarê de jî mîtîng û meşek p3ke hat. Kurd li ber Şanoya Mezin hatin cem hev û DAIŞ protesto kirin.  

TOULOUSE
Li bajarê Toulouse ya Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk êrîşa çeteyên DAIŞ’ê bi mîtîngekê protesto kir. Kurd û dostên Kurdan tevli mîtînga ku li qada Capîtole pêk hat bûn.  Eniya Demokrasiya Yekbûyî û partiya Dij-Kapîtalîst a Nû piştgirî da meşê.

BORDEAUX
Li Bordeauxê nêzî 700 Kurdî bi armanca ku piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê çalakiyek pêk anÎn. çalakî li qada Vîctoîr pêk hat û heta ber walitiyê meşiyan. Her wiha di heman saetê de komeke ciwan li balafirgeha Bordeaux çalakiya runiştinê pêk anîn.  

DEN HAAG
Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî gerîlayên YPG û YPJ’ê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bibîranîn. Civîna li navenda civaka demokratîk pêk hat nêzî 500 Kurd tevli bûn û der barê berxwdana Şengal û Rojava de sînevîzyonek hat nîşandan.

TURKU
 Li Bajarê Turku ya Fînlandiyayê çalakiya greva birçîbûnê ya endamên PJAK’ê dabû destpêkirin di roja sêyem de ye. Li gel hewaya sar Fînlandiyayî çalakiyê dişopînin û her wiha pirsên weke ‘em çawa dikarin bibin alîkar’ dipirsin û li ser vê çalakger dibêjin: “Kobanê ne tenê ye. Heta ku hovîtiya wir bisekine wê çalakiyên me bidomin.”

LEFKOŞA
Li paytexta Kibrisê ya Lefkoşa bi armanca piştevaniya ji bo Kobanê û bi armanca ku civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê bi sedan kes meşiyan sefaretxaneya DYA’yê, benda polîsan derbas kirin, ketin baxçeyê sefaretxaneyê. Doh nêzî 250 kes ber bi Sefaretxaneya DYA’yê ve meşiyan,   

MUNÎH
Li Munîh a Almanyayê jî bi dirûşmaya, ‘Ji Kobanê heta Şengalê xwedî li berxwedana bi rûmet derkevin’ meş û mîtîng pêk hat. Meşa ku ji aliyê NAV-Dem û Komeleya Kurdan a Rojava ve hat organîzekirin nêzî hezar kesî tevlî bûn.  

DORTMUND
Li bajarê Dortmund a Elmanyayê jî bi pêşengiya Ciwanê Azad çalakî pêk hat û nêzî 6 hezar kesî tevli bûn. Ciwanên li ber îstasyona navendê hate cem hev pankarta ‘DAIŞ lê dixe YE bêdenge’ vekirin û meşiyan.

 NAVENDA NÛÇEYAN