Li Swêdê çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê û xwepêşandanên piştevaniya Êzidiyan dewam dikin. Kurdistaniyên ku di nava deh rojên dawî de li zêdeyî 10 deveran çeteyên DAIŞ‘ê protesto kirin, li bajarên Göteborg, Gävle û Umeå daketin qadan, êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê şermezarkirin. Kurdistaniyên li bajarê Göteborgê ji 21’ê Tebaxê û vir ve li navenda bajêr konê agahdarkirinê danîne, der heqê komkujiyên DAIŞ’ê de raya giştî agahdar dikin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan kom dikin, li navenda bajêr meş û mîtîngek lidar xistin. Kurdistanî li Qada Götaplatsenê bi dostên xwe re heta Qada Gustaf Adolf bi dirûşman meşiyan. Li bajarê Gävle û Umeå jî bi heman armancê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li aliyê din bi armanca piştevaniya gelê Şengalê tîma futbolê ya Kurdistaniyan DalKurd FF doh bi tîma Västerås SK re maçek lîzt. Hunermendên Swêd û Kurdistanî jî wê êvara Sêşemê 26’ê Tebaxê li Dêra Filadelfia ya Stockholmê bi parolaya “Êvarek ji bo mirovahiyê” galayekê lidar bixe. Hunermendan wê ji bo Êzidiyan derkevin ser dikê. Lîderê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Stefan Löfven û lîderê Partiya Gel Jan Björklund jî wê beşdarî galayê bibin.
Ştand vekirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, der heqê komkujiya li Şengalê de dezgeheke agahdarkirinê hat danîn. Dezgeha ku ji aliyê Komeleya Jinê ya Kurd a Avesta û Tevgera Ciwanan ve tê organîzekirin, rastî eleqeyeke mezin tê. Li konê dezgehê wêneyên ji komkujiyên li Şengal û Rojava hatin daliqandin û gelek belavok hatinb elavkirin. Di çalakiyê de her wiha di çarçoveya kampaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de îmze hatin komkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê li ser banga hevpar a rêxistinên Kurd, Fransî, Tirk, Tamîl û Ermenî bi armanca şermezarkirina hovîtiya çeteyên DAIŞ meşek hat lidarxistin. Meşa di pêşengiya Ciwanên Azad de li Qada Republique destpê kir heta Qada Bastîlle dewam kir. Di tevahiya meşê de belavokên têkildarî pêşketinên Rojhilata Navîn hatin belavkirin. Li Qada Bastîlle li ser navê nûnerên saziyan axaftin hatin kirin û banga piştgiriya bi Şengalê û Rojava re hate dubarekirin. Li aliyê din li bajarê Marsîlyayê jî 14 rêxistin ji bo Şengalê meşiyan û êrişên DAIŞ´ê şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN