Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê ji bo pergala perwerdê û nedayîna mûçeyên xwe protesto bikin, li bajarê Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce, Germiyan û Kerkûkê bi pêşengiya Yekîtiya Mamosteyên Herêma Kurdistanê dest bi çalakiyên hemwext kirin.
Beriya çalakiyan Yekîtiya Mamosteyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. Yeketiyê da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê ji 1’ê Çileya 2014’an ve krîza aborî heye, mamoste heta niha li benda çareseriyê rawestiyaye, lê tu daxwazên Yekîtiya Mamosteyan nehatine pêkanîn.
Yekîtiya Mamosteyan ragihand ku ew ê çalakiyên xwe yên giştî li gelemperiya Herêma Kurdistanê bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN