Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev demeke şeniyên penaber di nava çalakiyan de ne. Piştî çalakiya jinên penaber a yekem bi greva birçîbûna a bêdem û derveger dabûn destpêkirin û bi encambûna vê çalakiyê mexmûriyan her roja çarşembê bi girseyî hete ber deriyê Neteweyên Yekbûyî (NY) dimeşin û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Ev çend hefte ne çalakiyê mexmûriyan bi awayekî rûntînî tê berdewambikirin. Îro jî bi awayekî gireseyî di seat 08.00'an de şêniyên wargehê li pêşiya saziya malbatên şehîdan kom bûn û heta ber deriyê Neteweyên yekbûyî meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK'e hatin rakirin û dirûşmên "Bijî Serok APO" "Bê Serok jiyan nabe", "şehîd namirin" hatin berzkirin.
Piştî girse gihişt cihê çalakiyê endamê meclisa gel a demokratîk Hecî Kaçan axivî wiha got: "Em wek gelê wargehê û li ser navê meclîsa gel a demokratîk gerîlayên têkoşîna azadiya gelê kurd şervanên PKK'ê yên di van êrîşên bombebarana balafirên dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê de çar gêrilayên li Xakûrkê jiyana xwe dest dan bi bîr tînin û serê xwe li ber wan ditewînin û dibêjin serê gelê kurd û malbatên wan sax be û sersexiyê ji wan re dixwazin. Em dibêjin heta em agahiyek ji rêberê xwe negirin û ji tendurstî û jiyana wî gahadar nebin dê çalakiyên me berdewam bikin. Em ê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Ji bo me Rêberê me sedemê her tiştî ye û bila AKP'ê bes bi sebra me bilîze. Bila AKP dev ji wan pêkanînên nehiqûqî û ne mirovane berde û bila bi agir ve nelîze. Dê ev çirûskên agir wan bişewitîne."

Piştî axiftina Hecî Kaçan şêniyên wargehê çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi tîlîlî û bi çepikan bi dawî bû.

DÎHA/MEXMÛR