Kurdên li gelek welatan bi rasthatina salvegera damezrandina PKK´ê ya 41´ê pîrozbahî û şahiyên xwe dewam dikin. Li bajarê Swêdê Goteborgê, li paytexta Îtalyayê Romayê, li bajarê Qibrisê Lîmasolê û li paytexta ermenistanê Êrîvanê bi vê rasthatinê şev û şahî hebûn.
Li bajarê Swêdê Goteborgê Kurdistaniyan tevî dostên xwe destpêka sala 42´yê ya PKK’ê pîroz kir. Piştî rêzgirtinê ji bo bibîranîna şehîdên şoreşê siyasetvanê Kurd Abdullah Devecî got, damezrandina PKK’ê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de destpêka serdemeke nû ye. Wî bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir da ku bi xurtî piştevaniya Şoreşa Rojava û PKK’ê bikin.
Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser PKK’ê hate nîşandan. Hozan Kawa, Mohammed Taha, Ferîboz Karamî, Fîxan Xelîl jî derketin ser dikê.
Şoreşeke rizgariya neteweyî û înternasyonalîst
Bi heman rasthatinê li Romayê civînek hat organîzekirin. Civîn bi beşdariya Kurdan û Îtaliyan pêk hat. nivîskar û siyasetvanê Kurd Fûat Kav diyar kir ku PKK bi armanca rizgariya neteweyî dest bi têkoşînê kiriye, lê belê ti carî bi nexweşiya neteweperestiyê neketiye. Kav got, ev ruhê ku di esasê PKK’ê de heye niha li Rojava bûye zemîn ji konfederalîzma demokratîk re. Piştre belgefilmek hat nîşandan. belgefilm li ser gerîlayê HPG’ê yê înternasyonalîst ê li çiyayê Kurdistanê şehîd bûyî Almuth Sarah Handelmann bû.
Beriya bi sê rojan jî bi beşdariya Kav çalakiya “Cewhera li Rojava / Şoreşa Kesk a Jinan” civînek bi rê ve çû. Di civînê de nûnera Rete Kurdsitanm Sveva Heartter pirtûka xwe ya projeya Make Rojava Green Again da nasîn. Piştre endama Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar got, Jinwar pêkanîna xeyalekê ye. Di civînê de hunermend Mûbîn hunera xwe pêşkêş kir. Dahata ji civînê jî organîzatoran kire bêş ji Heyva Sor a Kurdistanê re.
Ji Lîmasol heta bi Êrîvanê
Li Lîmassolê salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Meydana pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Apo, alên PKK’ê û posterên Thefilos Georgiadis hate xemilandin. Piştî rêzgirtinê siyasetvanê Kurd Lezgîn Serhat û Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Tarbouch axivîn. Di pîrozbahiyê de piştî nîşandana sînevîzyonê Koma Theofilos, hunermendan stranên xwe gotin. Li paytexta Ermenistanê Erîvanê salvegera damezrandina PKK’ê ya 41´ê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li salona Mala Gelan a Êrîvanê çêbû. Piştî rêzgirtinê, siyasetvan Mahsûm Hasan got, “PKK ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, di heman demê de ji bo azadiya gelên bindest hemûyan û mirovahiyê têdikoşe. PKK ji bo gelan bû çavkaniya hêviyê.”
Hevserokê Yekîtiya Kurdên li Ermenistanê û Parlamenterê Ermenistanê Kinyas Hasanov, Hevserokên Kurdistan Komîte Silo Diboyan û Îla Tovmasyan (ew nûnera YJA Ermenistanê ye jî), û Seroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Ermenistanê Vanya Hakobyan axivîn. Qisekeran cejna vejînê li Ocalan pîroz kir û destnîşan kirin ku PKK ji bo gelên bindest hemûyan pêşengê azadiyê ye.
Piştî axaftinan nivîskar Mirazê Cemal helbesta ji bo PKK’ê xwend. Piştre hunermend Rozerîn, Fêrîk Hamêyan, Eşo Nadoyan derketin ser dikê. Beşdaran li ber stranên hunermendan govend gerand.
NAVENDA NÛÇEYAN