Yekîneyên Tolhildanê, Yekîneyên YPSê û Zarokên Agir li gelek deveran çalakî kirin. Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz bi daxuyaniyekê diyar kir di navbeyna 12-16'ê Hezîranê de li gelek bajaran çalakiyên şewitandinê kirine. Li gorî vê, ji 12 heta 16'ê Tîrmehê li Edene Pozantiyê, li Akdenîz a Mêrsînê, li Sîlîvrî û Çaralca ya Stenbolê û li navçeya Farqîn a Amedê gelek erebe hatine şewitandin û çalakiyên bi rengên din hatine kirin. Yekîneya Tolhildanê ya YPS'ê ya Şehîd Soro Amed ragihand 15'ê Tîrmehê li du navçeyên Izmîrê du wesayitên 'sîxûr' û 'faşîstên destekarên AKP'ê' şewitandine. Însiyatîfa Zarokên Agir jî ragihand ku li Bodrûmê sê mînîbusên servîsê, li Îzmîrê febrîqeyek û li Stenbolê jî 12 kargeh hatin şewitandin.  NAVENDA NÛÇEYAN