
Çalakiyên wêjeyê yên Huseyîn Çelebî îsal ji bo cara 26´an pêk hatin û şeva xelatdayînê jî şemiya bihurî li bajarê Elmanyayê bi rê ve çû. Ev çalakiyên ku xwendenkarên endamê YXK´ê ji bo bibîranîna endamê xwe yê rûmetê li dar dixin, di encama tecrûbeyeke hevgirtî de, heta destpêka salên 2000´î jî yek ji girîngtirîn çalakiyên wêjeyî bû û helbet merasîma wê jî bi qîmet û qedrekî bi heman rengî dihat pêşwazîkirin.
Ez ê niha kite bi kite behsa wê yekê nekim ka çi kêm û çi zêde bû, îsal, lê hem ji çavdêriya xwe ya merasîmê, hem jî şahidiya xwe ya li pêvajoya destpêkirina berhevkirina berheman, çend gotinan bikim, ne ji bo derkirina kulekê, belkî ji bo melhemkirina wê.
YXK´ê Îsal hîna nû di Tîrmehê de dest bi banga beşdariya li alakiyê kir. Gava em li ber çavan bigirin ku herî zêde ji Kurdistan û Tirkiyeyê û nexasim jî ji girtîgehan beşdarî çêdibe, divê em pêş pê zanibin ku mohleteke dirêjtir ji bo vê lazim e. Ya herî baş ew e ku hema piştî merasîmê, amadekariyên çalakiyên 27. dest pê bikin. Ango destpêka sala 2019´an reklama ji çalakiyê êdî di weşanên mîna radyoya Dengê Welat ku li girtîgehan û li gelek dever û mekanên rojname nagihin wan, tê guhdarîkirin. Di Sibatê de di neşriyatan de êdî divê li ser kaxezê jî bang û şert û mercên beşdariyê bên belavkirin, lewma ji ber profîla beşdaran ev mohlet maqûl e.
Di dema amadekirinê de biya min muhim e ku komîte yan jî komîsyona amadekar divê karibe mijara juriyan cidîtir bigire. Jûriyên her zimanî divê bi îtîna bên bijartin. Navdarî û kalîteya juriyê beşdariyê jî han dide û kalîteyê jî baş dike. Li aliyê din Kurdî divê li gorî zimanên mayî bêhtir li pêş be. Derfetên nivîsîn û xweîfadekirina wêjeyî bi zimanê Tirkî êdî li gelek cihên din jî heye, ji ber wê jî wê maqûl be ku di teşwîqkirina nivîsa wêjeyî ya Kurdiyê de bêhtir kar bê kirin.
Bi van amadekariyên bi wext, mirov dikare beşdariyeke çêtir û muhtemelen bi kalîtetir misoger bike. Ji vir û pê ve, merasîm jî girîng e. Merasîn hem kesên xelatwergirtî bi girseyeke elaqedar dide nasîn, wan xiyabê jî be tîne cem hev, li aliyê din derfetê dide çalakiyên pirr alî yên wêjeyî û çandî. Di salên 2000´î de gelek merasîm bi çalakiyên mîna semîner, nîşandana sînevîzyona, pêşangehên wêneyan, çalakiyên ji bo mezin û piçûkan hatibû xemilandin. Di nava 4 salên bihurî de ev çalakî êdî dîsa neman. Bi ya min ev çalakiyên hanê hem rengekî xurt didin merasîmê, hem jî kesên tên merasîmê bi dewlemendiya îhtîmalên kişandina bala wan kesan, teşwîq dike guh bidin mijarên wêjeyî û çandî jî.
Hebûna endamên juriyê li çalakiyê jî muhim e. Endamên juriyê dikarin xelatan bidin, yan jî tenê li ser navê juriyê malavahiya kesên çalakî birêvebirî bikin. Ji bo vê jî divê yek bi yek ev endamên juriyê bên vexwendin. Kî ji wan dikare bila amade be. Karekî din ji bo roja merasîmê, reklameke serketî ya merasîmê li nav xelkê ye. Ji berê ve, di çalakiyên Huseyîn Çelebî de reklama di ser rojnameya me bi dewreke muhim radibe. Hem di warê beşdariya çalakiyên wêjeyî û hem jî di warê beşdariya şeva merasîmê de. Mixabin reklama şeva merasîmê di rojnameya me de jî îsal cih negirt. Muhtemelen bîrnebirina komîteya amadekar di vê de diyarker bûye. Li aliyê din berê rojnameya me bi komîteya amadekar re beriya çalakiyê bi çend rojekî dipeyivî û li ser amadekariyên merasîmê û bernameya wê nûçeyek diweşand. Rojnameya me jî bîra vê nebir îsal. Ji ber ku di destpêka salên 2000´î de min di amadekariyên vê çalakiyê de cihê xwe girtibû, girîng dibînim tecrûbeyên xwe parve bikim ku ev çalakiya hanê, her sal ji sala bihurî baştir pêk bê.