Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), ji sala 1993’an û vir ve weke kevneşopiyekê tê lidarxistin, û miraceatên îsal ji 20’ê Gulanê û pê ve hatin qebûlkirin. Miraceat wê heta 31’ê Tebaxa 2016’an dewam bikin. 

Kesên dixwazin dikarin çîrok û helbestên bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî, bi zimanên Elmanî û Tirkî bişînin ji komîteya amadekar re.

Çalakî wê weke her salê, îsal jî ji du beşan pêk bê. Di beşa yekemîn de; di navbera 20’ê Gulanê û 31’ê Tebaxê de berhem wê bên qebûlkirin. Ev berhem wê bi rêya poste û e-mailê werin şandin. Berhem wê ji aliyê jûriyên ji bo her zimanî hatin amadekirin, bên nirxandin û ji bo tûra duyemîn amadekarî werin kirin. Tûra duyemîn jî wê fînal be. Çalakiya fînalê wê di 15’ê Cotmehê de li bajarê Elmanyayê Kasselê were lidarxistin.


Şertên miraceatê

Şert û mercên ji bo beşdariya çalakiyê jî bi rengê li jêr in:

“Berhem divê bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî), Elmanî yan jî Tirkî be. Pêwîst e ev berhem li cihekî din nehatibe weşandin. Beşdar dikarin di beşa helbestan de bi 2 berheman, di beşa çîrokan de jî bi berhemekê tevlî çalakiyê bibin. Pêwîst e, beşdar herî dereng heta 31’ê Tebaxa 2016’an berhemên xwe tevî kurteya serpêhatiya jiyana xwe bi rêya postê yan jî e-maîlê bigihînin navnîşanên komîteya amadekar a çalakiyê diyar nkirî.

Di juriya îsal de Medenî Ferho û Mehmûd Onder weke endamên rûmetê hatine diyarkirin, wekî din li gorî zimanan endamên juriyê li jêr in:  

Helbestên bi Kurmancî: Îkram Balekanî, Aysel Avesta Aydin, Yeko Ardil

Çîrokên bi Kurmancî: Fêrgîn Malîk Aykoç, Fevzî Ozmen, Alî Huseyîn Kerîm

Çîrok û helbestên bi Kirmanckî: Lerzan Jandil, Akman Gedîk, Zana Azadî

Çîrok û helbestên bi Soranî: Dilêr Akreyî, Pêşrew Seyîd Berzencî, Necîbe Qeredaxî

Çîrok û helbestên bi Elmanî: Emel Engîntepe, Dr. Lokman Turgut

Helbestên bi Tirkî: Zeynel Gul, Ozlem Aydin Guzel, Çetîn Oraner

Çîrokên bi Tirkî: Denîz Bîlgîn, Gonul Kaya, Alî Mahîr Abdîk.”


Navnîşanên miraceatê

Berhem dikarin bi rêya postê û e-maîlê ji van navnîşanan li jêr re bên şandin:

E-mail: huseyin-celebi@yxkonline.de;

Navnîşan: Kurdisches Institut für Wissenschaft (Calakiya Wejeyi ya Huseyin Celebi) Postfach 21 06 
58021 Hagen/Deutschland



 NAVENDA NÛÇEYAN