Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed û Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Rêber li dijî tecrîd û şewata li Îmraliyê çalakî kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed de hate gotin, “Endamên me li dijî lîstikên qirêj ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Îmraliyê dest pê kiriye, ketine nava pêvajoyeke çalakiyên bênavber. Li Riha, Amed û Enqereyê hin çalakî li dar xistin.”
Li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“Şeva 1’ê Adarê saet 22:00an li taxa Eyupkent a Riha/Eyyubiyeyê, bi 2 bombeyan li dijî wesayita polîsan çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê bi dehan wesayitên zirxî yên polîsên Tirk ên dagirker dor li herêmê girtin.
Heman şevê saet di 22:30’î de endamên me li hemberî wesayita endamê serokatiya AKP’ê ya navçeya Eyyubiyeyê çalakiya sabotajê kirin. Wesayita endamê AKP’ê hate rûxandin.
Êvara 29’ê Sibatê li navçeya Çankaya ya Enqereyê, endamên me yên yekîneyê banê avahiyeke faşîstan şewitandin.
29’ê Sibatê saet di 22:00 de li navçeya Sûrê ya Amedê endamên me bi fîşekên hewayî li dijî qereqola polîsan a Çarşi çalakî kirin.”
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rêber jî li Wanê çalakiyek kir.
Li gorî daxuyaniya yekîneyê, “Li taxa Xaçortê ya li navenda Wanê, li dijî firoşgeheke dewletê A101 bi bombeya deng çalakî hate kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN