Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê pêr bi şev li Nêzî gundê Seferiye yê li rojhilatê Kobanê çalakiyek pêk anîne, got: “çalakî li hemberî karwaneke ji wesayîtên çeteyan hat lidarxistin. Di encamê de 3 wesayît tevî çeteyên tê de hatin rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin ku pêr li hemberî komên çete yên li derdora Til Temirê hemwext hat lidarxistin û hat gotin, “Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşên ku çeperên çeteyan a li nêzîkî gundên Twêna, Xebîş û Til Nasrî hedef digirt nehat zelalkirin.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN