Li şanoya Enqerê canbaz li ser bendekî xagê li ber qetînê ye, dixebite ku bi darê dek û dolaban balansekê hevsengiyê bidestbixe, lê êdî lingên sêpiyan jî şikestine, tora li bin jî vîzalvîzalî ye, hindik ma ye ku serserî bikeve. Ji bo ku can û canbaziya xwe wenda neke, dest davêje tayê tevna pîrikê jî. Talûke di vir de ye. DYA ji bo ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn (RN) xwest ku di ser dizaynkirina Tirkiyê re dest bi kar bike, lema wek modelekê ev koalisyona bi navê AKP pêkanî. Ango AKPe ne partiyeke îdeolojîk e, ew hevgirtineke xilt e, ji gelek der û doran pêkhatiye, ji baskên muhafazakaran bigire ta MHPeyiyan, ji „mîlîgoriş“ bigire ta lîberalan, ji tarîqatan bigire ta sermaya Anatolya navîn, ji qada narkotîkê bigire, ta dizan bi her aliyê ve berfireh dibe. Ev der û dor di vê firsendê de li ser berjewendiyên talanî hatine ba hev. Amêrîka li pey pêkanîna AKPê ji bo ku bikanin artêşa tirk jî wek hêzeke dizaynkirina Rojhilata Navîn bikarbîne, xwest ji nû ve rêorganîze bike, mijara Ergenekon û sembolîk girtina hin general û serbazan, di bingehê xwe de ji bo dizaynkirina artêşê bû,

ne ku ji wan hesap xwestin, yan jî ji ber tewana şer û qirêjiyê darezandin bû. Lema jî di tu idianameyên dadgehkirineke van serbazan de kujeriyên li Kurdistanê dernexistin pêş, heta kurd wek mudahîl jî nepejirandin. Bi binpêkirina dada şer, li dij gerîlayan bikaranîna çekên qedexe, wek ceribandin û tatbîqatên rêorganîzekirina artêşa tirk bû. DYA yê Tevgera Azadî wek kelemek li pêş projeya xwe RN didît, Komploya li dij Serok Ocalan jî di vê çarçoveyê de bû, xwestin bi destê vê serkariyê Tevgera Azadîyê yan wekî modela Sirîlankayê têkbibin, yan jî wisa melûl bikin ku nekanibe ku li pêş projeya Rojhilata navîn bibe kelemekî, lê ev koalîsyon di vî warî de bi ser neket.Bi wê ve girêdayî xeta îslamiya
siyasî nebû model, ji bo welatên rojava metirsî afirand. Li gel wê dema Erdogan gihîşte wê baweriyê ku cihê wî tikûz û bêtewan bûye, di hin waran de serî hilda, wî xwe di neynika hêzeke cihanî de dît (xeyala Osmanî), lema xwest xwe wek hêzeke serbixwe derxe pêş, di vê pindê de bendê wî hate kişandin, Fetullahî xistin nava tevgerê. Erdogan niha gelek tengav bûye, ji ber ku heta qirikê di nava gendelî û qirêjiyê de ye, ji xwe ditirse, ji bo ku bikane xwe biparêze, yan jî rêyekê ji xwe û zarên xwe re bibîne, serî li her rêyî dide, gera wî ya Ewropa, Îran û Rûsyayê di vê çarçoveyê de bû.
Dibe ku YE ayê ji bo demekê soza piştgiriyê jî dabûnê, lewre, di rapora Tirkiyê ya dawiyê de her çendî PKK aliyekê, heta motora vê pêvajoya çareseriyê ye jî, biweje ; « Rawestandina terora PKKê » hatiye bikaranîn.
Lê wer xuyaye ku vê piştgiriya YE jî tirsa Erdogan nerevandiye, lema li pey hevalbendên nû ye, hem jî hevalbendên hê ji wî bi qirêjtir, xwinxwar, êdî di nava fetisandina qirêjiya dîrokê de têkçûyîne. Bi hevalbendiya Ergenekon yan jî nijadperestên xwînxwar, wê ewê hê bi qirêjtir bibe. Jixwe bawerî bi wî tunebû, bi vê tevgera xwe jî, tiştê heyî jî ruxand.
Ew qaşo reforma dadî ji bo berdana Ergenekoniyan hate derxistin. Lewra dema Ilker Başbug derket, di axaftin û şiroveyên wî de hin kilîtên ku wan û Erdogan li hev kirine xuya kir. Li gel wî wan ew maşeyê JÎTEMê Dogu Perinçek jî ji bo êrişkirinê dan axaftinê. Bi vê qaşo reforma dadî re hemû kujêr û xwînxwar berdan, lê siyasetmedarên kurd yên di bin qirkirina siyasî de bê egereke xuya hatibûn girtin yek bernedan, argumentên wan jî wek argûmentên berê pûç û vala bûn. Min di nivisa xwe ya sê hefte berê de nivisîbû, lê hefteya berê derket de jî destnîşankiribû ku dewleta tirk di rewşeke gelek alozde ye, ji bo ku bikane ji vê kirîza siyasî derkeve dibe ku serî li şer û teqineke ne mirovî bidin. Dema mirov li rewşa heyî dinêre, dibîne ku ji êrişên polîsan, domkirina girtinan bigire, hetanê tevgerên leşkerî yê li ser sînoran, vê destnîşan dike. Divê em di vî pindî de gelek şiyar bin.