Li hember polîtîkayên qirkirin û pişaftina çanda resen, jina bi navê Fatma Mihemed lawiran xwedî dike û yek ji amûrê çanda kevnar a ferzkirina şîr bi kar tîne. Fatmayê diyar kir ku ew bi saya keda xwe di heman demê de çanda xwe jî diparêze û wiha got: “Çand bi jinê tê naskirin û zindîkirin. Jin her dem bi keda destan derketiye pêş û bûye nîşaneya parastina çanda xwe.
Pêwist e ku em li dîroka xwe xwedî derkevin. Çanda xwe nas bikin. Dijmin bi rêya pişaftina çanda me dixwaze hebûna me tune bike û winda bike. Ji bo parastina hebûna xwe em çanda xwe zindî bikin û rê li ber pişaftinê bigirin.”
Fatmayê 60 salî ye, dayika 8 zarokan e, li gundê Xezna ya girêdayî Beldeya Xera ya Çiyayê Kizwanan e.
ANHA / HESEKÊ